TEV-DEM: 4’ê Nîsanê avabûna dîrokeke nû ye
4'ê Nîsanê rojbûna dîrokeke nû ya îradeya tevahî gelan û pêkhateyên Rojhilata Navîn e, rojbûna felsefeya avakirina jiyana mirovê azad e da ku bigihêje civakeke demokratîk, exlaq û polîtîk.
4'ê Nîsanê rojbûna dîrokeke nû ya îradeya tevahî gelan û pêkhateyên Rojhilata Navîn e, rojbûna felsefeya avakirina jiyana mirovê azad e da ku bigihêje civakeke demokratîk, exlaq û polîtîk.
Bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek weşand.
TEV-DEM'ê ev bone li gelê Kurdistanê, tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û mirovahiyê pîroz kir û got: "Di salvegera rojbûna wî ya 73'yan de em jiyaneke ku bi nirxên nîştimanî, rêgezên şoreşgerî û exlaqî dagirtiye, pîroz dikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo vegerandina rihê vejandina çandinên civakî yên demokratîk ên herêmê û yekkirina wan li ser esasê biratiya gelan û pîvanên jiyana hevbeş têdikoşe da ku mirovakî avaker were avakirin. Rêber Abdullah Ocalan ji zêdetirî 23 salan ve ji bo birêvebirina civaka azad hatiye dîlgirtin. Rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de di şert û mercên herî zehmet, tecrîd û îzolekirina siyasî ya neqanûnî derbas dike. Li hemberî vê yekê tu rola rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan û yên bi girtiyên siyasî eleqedar dibin re, tune ye.
Rêber Apo ji bo avakirina felsefeya jiyana civakî ya azad girtîgeha Îmraliyê kir çavkaniya berxwedan, têkoşîn û afirandinê. Di parêznameyên xwe de dîroka mirovahiyê ya beriya 5 hezar sal û heta roja me ya îro dinirxîne, da ku çareseriyên guncaw ji pirsgirêkên di civak û cîhana me de, desthilat û rola dewletên ku îradeya çandên civakê yên herêmê di nava nakokiyan de hiştiye, peyda bike.
4'ê Nîsanê rojbûna dîrokeke nû ya îradeya tevahî gelan û pêkhateyên Rojhilata Navîn e, rojbûna felsefeya avakirina jiyana mirovê azad e da ku bigihêje civakeke demokratîk, exlaq û polîtîk, azadiya her du zayendan, wekhevî û edaleta civakî. Her wiha rojbûna felsefeya rizgarkirina civakê ji bermahiyên hezar salên ji zihniyeta baviksalarî ye. Asta bandoriya şoreşa îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li civakan, encamên xwendina dirust a vê rojbûna serdemî û paradîgmaya neteweya demokratîk e.
Mîlada rêber Abdullah Ocalan di 4'ê Nîsanê de ye ku ji mehên herî pîroz e. Di vê mehê de xweza bi reng û bedewbûna xwe, xwe dixemilîne. Wekî tê zanîn rêber Ocalan bi hezkirin û parastina xweza, mirov û ekolojî, dar û çandina wan tê naskirin. Ev bi xwe felsefeya xweza û jiyanê ye.
Em Tevgera Civaka Demokratîk, bang li hemû tevgerên neteweyî, hêzên siyasî, rêxistinên hiqûqî, di nav de rêxistinên civaka sivîl dikin ku bi lez bikevin tevgerê û banga azadiya rêber Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bikin. Dewleta Tirk hemû cûreyên îşkenceya siyasî û derûnî dimeşîne û serdanên malbatê qedexe dike, her wiha daxwazên domdar ên parêzeran red dike. Ji zêdetirî salekê ve me agahî ji rewşa giştî û tenduristiya rêber Abdullah Ocalan negirtiye. Ev yek jî me gelekî bi fikar dike.
Careke din em teqez dikin ku rêber Apo nûnertiya vîna gelên ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşe, dike."