Tecrîd û êrişên dagirkeriyê li Til Hemîsê hat şermezarkirin

Şêniyên Til Hemîsê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meşiyan.

Di çarçoveya bertekên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi sedan şêniyên Til Hemîsê ya Qamişlo, endamên saziyên sivîl, siyasetmedar û rûpsiyên eşîrên herêmê meşek lidar xist.

Meş ji pêş Navenda Trafîkê ya li rojhilatê navçeyê ve dest pê kir. Di meşê de beşdaran pankartên “Bimire hêzên komploger”, “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Azadiya Rêber Ocalan kilîta aştiyê li Rojhilata Navîn e” berz kirin.

Piştî beşdar gihaştin naverasta navçeyê deqeyeke rêz girtin, dûre Hevserokê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Xalid El-Nayif bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û wiha got: “Sedema êrişên bênavber ew e ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) êrişan qedexe nake. Bêdengiya navneteweyî ji Erdogan re erêkirine ku sûcên xwe li dijî Rêber Ocalan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bike.”

Li aliyekî din jî Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şaxê Til Birak Xalib El-Sedûn sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Sûriyê ji topbarankirin û koçberkirina welatiyan şermezar kirin.

El-Sedûn ev tişt got: “Bi serkeftina projeya neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dewletên mêtinger hewl didin vê fikrê bi rêya dewleta Tirk ku sûcên xwe li dijî gelan pêk bîne, têk bibin. Ji ber ditirsin ew yek li cîhanê jî belav bibe.”

El-Sedûn da zanîn ku divê ji bo pêkanîna armancên şehîdên ên azadî û wekheviyên têkoşîn were bilindkirin.

Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.