Sûcên ku dewleta Tirk kiriye wê li Brukselê bên darizandin
Dadgeha Gel a ku wê di 5-6'ê Sibatê de li Brûkselê pêk were, wê sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye, darizîne.
Dadgeha Gel a ku wê di 5-6'ê Sibatê de li Brûkselê pêk were, wê sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye, darizîne.
Li Sûriyeyê piştî hilweşandina rejîma Baasê ya 61 salî, nediyariya li herêmê dewam dike. Di pêvajoya ku hêzên herêmî û navneteweyî li ser Sûriyeya nû nîqaş dikirin de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê dest bi êrîşa herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Dewleta Tirk a dagirker ku nediyariya li herêmê ji xwe re weke firsendekê dibîne, bi rêya çeteyan Til Rifat û Minbic dagir kir. Li herêmên dagirkirî, şer û sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin. Mirovên sivîl tên revandin, destavêtin û komkujî tên kirin.
PÊŞÎ BI DAÎŞ’Ê PIŞTRE BI SMO RE ÊRÎŞ HER DEWAM KIR
Li herêmê sûcên dewleta Tirk ev ne ya yekemîn e. Bi Şoreşa Rojava re êrîşên dewleta Tirk ên bi rêya çeteyên DAÎŞ'ê destpê kirin, ti carî ranewestiyan. Dem bi dem bi rêya çeteyan, dem bi dem bi êrîşên dagirkeriyê yên ji hewa û bejahî ve dewleta Tirk xwest şoreşa li herêmê bixeniqîne. Di encama berxwedana dîrokî ya hêzên YPJ/YPG’ê de çeteyên DAÎŞ’ê têk çûn. Lê dewleta Tirk bi çeteyên SMO'yê yên ji bermahiyên DAÎŞ'ê hatine avakirin re van êrîşan didomîne. Bi vê yekî jî têr nebûn. Girê Spî, Serêkaniyê û Efrîn hatin dagirkirin. Ev herêm bi walîtiyên Kîlîs û Rihayê ve hatin girêdan. Dewleta Tirk li van herêman hê sûcan dike. Tevî ku ev sûcên dewleta Tirk kiriye bi belge û delîl in jî saziyên navneteweyî yên pêwendîdar vê rastiyê jinedîtî ve hatin û ti ceza nedan dewleta Tirk.
LI BRUKSELÊ DADGEHA GEL TÊ AVAKIRIN
Li paytexta Belçîka Brûkselê di 5-6’ê Sibatê de, Tirkiye ji ber sûcên kiriye wê li Dadgeha Gel a Rojava li L'Unîversîtê libre de Bruxelles (Zanîngeha Azad a Brukselê - ULB) bê darizandin. Rûniştina dozê wê li Salona Dersê ya Aula QA ya li Kampusa Etterbeek a zanîngehê pêk were. Ji bo rûniştinê parêzer, rojnamevan û aktîvîstên mafên mirovan ên ku bi sûcên navneteweyî re mijûl dibin, hatin vexwendin.
Pêşengiya vê organîzasyonê Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, parêzerên ku sûcên dewleta Tirk dişopînin, Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan û her wiha rêxistinên mafên mirovan dikin.
Dadgeh ji aliyê ULB, MAF-DAD (Association for Democracy and İnternational Law) ELDH (European Association of Lawyers for Democracy and World Human Rights), IADL (International Association of Democratic Lawyers), Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Enstîtuya Kurd a Brûkselê ve tê destekkirin.
'ÊRÎŞ AŞTÎ Û ARAMIYA LI HERÊMÊ DIKIN HEDEF'
Di nameya vexwendinê de hat destnîşankirin ku gelê Kurd, Ereb, Êzidî û Xiristiyan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, bi rêgezên demokratîk li ser esasê wekheviya zayendî, cihêrengiya çandî û edaleta civakî bi hev re dijîn. Di nameyê de hate diyarkirin ku ev modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet piştî sala 2018’an bû hedefa êrîşên leşkerî yên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê Artêşa Millî ya Sûriyeyê û hate gotin ku van êrîşan atmosfera aştî û aramiyê ji holê rakiriye.
SÛCÊN KU DEWLETA TIRK KIRINE
Di nameya vexwendinê de sûcên ku dê dadgeh lêkolîn bike wiha hatin rêzkirin:
-Bi zanabûn sivîl qetilkirin
- Rojnamevan û siyasetmedar sûîqastê hedef girtin.
- Hedefgirtina binesazî û avahiyên ku ji aliyê sivîlan ve ji bo mayîndekirina jiyana xwe tên bikaranîn. (Dibistan, nexweşxane, elektrîk, gaz, petrol û stasyonên avê. Stasyona Avê ya Elûkê ku avê dide 1 mîlyon mirovên li Hesekê, bû hedefa êrîşên dewleta Tirk).
- Bikaranîna çekên qedexekirî (di êrîşên dagirkereiyê de fosfora spî hate bikaranîn).
- Êşkence û mûameleyên nemirovan e.
- Ji ber nasnameya çandî, etnîkî û olî sivîl revandin û mûameleyên xirab kirin.
- Li dijî Kurdan bi awayekî sîstematîk zext û dîke kirin.
- Bi darê zorê koçberkirin ( Li Efrîn, Serêkaniyê û herêmên din sivîl dane koçberkirin).
- Li dijî jinan bi awayekî sîstematîk zext, kuştin û destavêtin.
- Ji bo têkbirina pêkhateya civakî hedefgirtina pêşengên jin û parêzvanên mafên jinan.
- Wêrankirina cihên pîroz û mîrateyên çandî yên Êzidiyan.
Nameya vexwendinê ji aliyê Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Ewropayê Medya Abdah, ji MAF-DAD'ê Heîke Geisweîd û ji ELDH'ê Ceren Ûysal ve hat îmzekirin.
BERNAMEYA DADGEHÊ
Roja 1’emîn: 5’ê Sibata 2025’an
09:00- 09:30: Qeydkirin û rûniştina pêşî
09:30- 09:45: Danasîna endamên dadgehê
09:45- 10:15: Axaftina vekirinê ya dozgeriyê
10:15- 12:30: Rûniştina yekemîn a dozê
Saet 13:30-15:00: Rûniştina 2’yemîn a dozê
15:15- 17:50: Rûniştina 3’yemîn a dozê
Roja 2’yemîn: 6’ê Sibata 2025’an
09:00- 09:30: Amadekirina roja 2’yemîn
Saet 09:30- 10:30: Rûniştina 4'emîn (têkildarî sûcên hatine kirin)
10:50- 12:30: Rûniştina 5'emîn a dozê
Saet 13:30-15:00: Rûniştina 6’emîn a dozê
15:00- 15:30: Axaftina girtinê ya dozgeriyê
15:30- 16:00: Di çarçoveya hiqûqa Tirkiyeyê de hesabpirsîn û analîza hiqûqî
16:00- 17:30: Mûzekereyên dadgehê
17:30- 18:00: Encamên destpêkê