BI DÎMEN

Bi wêneyên xwe êş, berxwedan û hêviya gelê xwe vedibêje

Rênas Mirad bi rêya firçeya xwe çîrokên êş, berxwedan û hêviyên gelê xwe vedibêje. Ji Qirkirina Êzidiyan heta bi koçberiya ji cih û warê xwe, hunera xwe weke pirekê bi kar tîne û bîranînên xwe, yên civaka xwe tîne ziman.

Wênesazî ji bo Rênas Mirad ne tenê karek e, lê hestekî pir taybet û cihekî aramiyê ye. Dibêje, “Dem ku ez wêneyan çêdikim ez rehet dibim, hestekî pir cuda ye.” Ew bawer dike ku mirov dikare her kêliya jiyana xwe bi wênesaziyê derbas bike û her bûyer, bîranîn an jî haletek dikare bi rêya wê bîne ziman.

Berhemên Rênasê ji gelek mijarên giran pêk tê.  Ji encamên fermanê û Qirkirina Êzidiyan heta bi jinên ku rastî êşkenceyê hatine, wêneyên wê qîrîna mexdûran tînin pêş çavan. Rênas Mirad got, “Êşa ku me di fermana sala 2014’an de kişandî weke jin, min bi tu awayî nikarîbû bînim ser ziman, lê min hewil da ku bi wênesaziyê bînim ser ziman.” Wê gelek wêne saz kirine ku nîşan didin ka çawa di sedsala 21’an de jin tên perçiqandin.”

Wekî din, Rênas li ser daxwaza dost û hevalên xwe jî wêneyan saz dike. Ew li ser gelek cûre kaxezan kar dike, carinan bi rengê rûn û carinan jî bi fehmê (komirê) wêneyên xwe diafirîne.

Rênas ji pêşketina teknolojiyê ne bi fikar e ku bandorê li ser hunerê bike. Ew dibîne ku di van demên dawî de gelek kes dev ji karê xwe yê hunerî ber didin, lê ew bawer dike ku di serdema îro de karê hunerê pîroz e û divê teknolojiya heyî tu carî bandora xwe li ser hunerê neke.

Rênas Mirad herî dawî jî got ‘’Berî fermana 2014’an, civaka Şengalê ew qas girîngî nedida hunerê. Lê bi hatina fermanê û dûrketina ji warê xwe, mirovan gelek tişt fêr kirine, nemaze hunerê wênesaziyê. Dema ku mirov bikare hestên xwe û bîranînên xwe bi wêneyan bîne ziman gelek bandora xwe dike. Piştî fermana 2014’an, gelê Şengalê bi giştî gelek qedir û qîmet da hunerê.”