QSD'ê xwest ku teqîna li Minbicê were lêpirsînkirin
QSD'ê teqîna li Minbicê şermezar kir û diyar kir ku dibe sûcdar dewleta Tirk be û banga vekirina lêpirsînê kir.
QSD'ê teqîna li Minbicê şermezar kir û diyar kir ku dibe sûcdar dewleta Tirk be û banga vekirina lêpirsînê kir.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê têkildarî teqîna ku vê sibehê li bajarê Minbicê yê dagirkirî pêk hatibû, daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) teqîna terorî ya ku vê sibehê li bajarê Minbicê pêk hatibû, şermezar dike. Hêzên me teqez dikin ku danîna teqemaniyan, şerê navxweyî, teror, tevlihevî û fitne beşeke sereke ya kiryarên komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê ne. Ev kiryar stratejiyeke sabit a wan koman e. Ew kom bi rêya kiryarên bi vî rengî dixwazin şêniyan bitirsînin û li ber xwepêşandanên wan ên li dijî rewşa xirab a li Minbicê û pirsgirêkên dizî, talankirin û destdirêjiyê ku dikin, bigirin.
Hêzên me di eşkerekirina sûcdaran de xwedî ezmûneke mezin e. Hêzên me ezmûnên xwe yên lêkolîn û lêpirsînê pêşkêşî rêveberiya Şamê dikin da ku aliyên rasteqîn ên sûcdar ên li pey van teqînan eşkere bikin, her wiha kesên hewl didin bêyî delîlan û bi tawanbarkirina hêzên me bi van sûcan, kiryarên xwe veşêrin, werin eşkerekirin.”