Çeteyan li Efrînê kesekî din revandin

Hat ragihandin ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li navçeya Raco ya Efrînê kesekî din revandin.

Li gorî agahiyên ANHA’yê dane, duh çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Ebdurehman Keirik (50) ê ji gundê Bilîlka yê navçeya Racoyê revand. Ew welatî, dema serdana kurê xwe yê ji hêla îstîxbarata Tirkiye û çeteyên ˊPolîsên Leşkerîˊ ve hatiye revandin, , hate revandin.

Îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ˊPolîsên Leşkerîˊ di 21ˊê Sibatê kurê Ebdurehman Keirik, Hemîd Keirik (25) revand. Bi wê re wî berê xwe da ku serdana kurê xwe yê revandî bike. Her wiha hevjîna wî jî Îlham Ebdurehman Silêman di 20ˊê Adara 2022ˊyan de hatibû revandin û di 15ˊê Gulana heman salê de hate revandin û li beramber dayîna fîdyaya 400 dolar hatibû berdan