BI DÎMEN

‘Zînek çû, lê wê bi hezaran Zîn jî dewsa wê bigrin’

Xizmên gerîlaya YJA Starê Zîn Zagros ku 1’ê Nîsanê li Garê şehîd bû, ev tişt gotin: "Hêza gerîla wê dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bîne û em ê jî heta dawiyê piştgiriyê bidin gerîlayên xwe bin."

ŞEHÎD ZÎN ZAGROS

Îro jî Xelkê kantona Firatê li gundê Yaremez ê başûrê bajarê Kobanê, sersaxî dan malbata şehîd Zîn Zagros. Gerîlaya YJA Starê şehîd Zîn Zagros 1’ê Nîsanê li herêma şehîd bû. Gel di serdanê de soza tolhildanê dan û dirûşmeya bi dilsoziya bi şehîd re berz kirin.

Têkildarî berxwedaniya şehîd Zîn Zagros, xizmên wê ji ANF’ê re axivîn û diyar kirin ku Zînek çû, lê wê bi hezaran Zîn dewsa wê bigirin.

Xalê şehîd Zîn Zagros Ferhad Mihemed axivî û diyar kir ku wê dewsa Zîn vala nemîne, wê bi hezaran Zîn soza tolhildanê bidin û riya Zîn bişopînin. Ferhad Mihemed wiha got: "Gerîlayên azad ji bo me her tişt e. ew in ku jjiyana xwe ji bo me bê berdêl feda dikin. Em jî bi berxwedaniya gerîla şanaz û serbilind in. Heta zilm û zor li ser gelê me hebe, teqez jî wê riya me berxwedanî û têkoşîn be, tu rê cuda tune ye. Bila gerîlayên me bizanibin li em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin wan. Wê îradeya me dawî li teknîka serdemê bîne."

Xaltiya şehîd Zîn Sebah Mihemd jî diyar kir ku şehîd Zîn di zarokatiya xwe de evîndara azadiyê bû û wiha bi lêv kir: "Zîn di biçûkaniya xwe de her bi tevgera azadiyê ve girêdayî bû. Timî ji xalên xwe re digot, min fêrî helbestên Kurdî bikin, ez ê li ser gerîla û Kurdistanê bibêjim. Zîn jî bi têkoşîna xwe bû evîndara azadiyê û gihîşt armanca xwe."