HEVPEYVÎN

‘Tevî hemû êrîşan jî wê nekarin pêşî li Çapemeniya Azad bigirin’

Salih Nûh diyar kir ku dixwazin di şexsê gerîla û ragihandina azad de tevahî gelê bindest tune bikin û got ku tevî hemû zextan jî wê pêşî li Çapemeniya Azad neyê girtin û wê bibe dengê heqîqetê.

Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kantona Firatê Salih Nûh têkildarî êrîşa polîsa Belçîka ya li ser Stêrk TV û Medya Haberê ji ANF’ê re axivî.

Salih Nûh diyar kir ku ji bo nixumandina heqîqetê, êrîşî Çapemeniya Azad hate kirin û got: "Qaşo dewletên Ewropa xwe weke dewletên demokratîk didin nîşandan, lê tişta ku belî dike ew e ku ji bo berjewendiyên xwe yên bi dewleta Tirk re dikarin her tiştî jî bikin. Dixwazin bi hemû rêbazan êrîşî me bikin, ev jî ne cara yekemîn ev bi dehane êrîşên wiha li ser ragihandina me tên meşandin. Ew jî bi xwe re planên nû zindî dike. Bi van êrîşan re jî dixazin rûyê xwe yê rast veşêrin."

‘KES NIKARE DENGÊ ME QUT BIKE’

Nûh anî ziman ku wê tu carî îradeya gelê azad tune nebe û wiha got: "Desthilatdarî, kapîtalîzm û netew dewlet ji dengê heqîqetê ditirse. Ji bo berjewendiyên xwe dixwazin îradeya azad tune bikin. Ev êrîşa ku li Belçîka pêk hatî ne tesaduf e, êrîşeke heman rengî li Bakur û Başûrê Kurdistanê jî rû da. Di encamê de gelek rojnamevan hatin binçavkirin û girtin. Ew êrîş jî bi hatina Erdogan a li Hewlêrê re pêk hat."

Sailh ragihand ku Çapemeniya Azad dengê gel û heqîqetê derdixe holê û got: "Ragihandin bûye armanca faşîzmê û dixwazin di şexsê Ragihandina Azad de dengê heqîqetê tune bikin. Lê îradeya ragihandina azad û têkoşîna gerîla ya li hemberî desthilatdarî û xiyanetê, hemû planên dagirkeriyê têk dibe."