Êrîşên dewleta Tirk rê li ber karesata jîngehê vedike

Komîteya awarte ya ji aliyê Meclîsa Navçeya Til Birakê ve hatiye avakirin, ji bo paqijkirina petrola ku di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de diherike çemê Cexcexê, bend ava dikir û li wir daxuyanî da.

Ji ber bombebarana dewleta Tirk a dagirker li ser îstasyonên petrolê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nefta xam a van stasyonan tevlî ava çemê Cexcex a bajarê Qamişlo bû. Nefta xav a ku dikeve çem ji bo tenduristî, jîngeh, qadên çandiniyê û ajalên ku ji vê çavkaniya avê vedixwin xeteriyek mezin çêdike.

Meclisa Til Birakê ya Kantona Cizîrê komîteya awarte bi hevkariya Desteya Çandinî û Avdanê û Nivîsgeha Danayên Avê ya Rêveberiya Xweser re bendên astengkirina herikîna petrolê li ser çemê Cecex, danîn.

Der barê mijarê de meclisa navçeyê daxuyanî da. Hevseroka meclisê Sîmav Etê bi beşdariya endamên saziyên civaka sivîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ji çend mehan ve dewleta Tirk a dagirker avahiyên aborî, binesaziyên herêmê, bîrên petrolê û boriyan bombebaran dike, di encamê de petrola xam diherike ava çemên derdorê, ji wan jî çemê Red ku yek ji şaxên çemê Cexcex e ê dikevin benda Xabûrê.

Di daxuyaniya meclisê de hate diyarkirin ku li gorî wê Meclisa Navçeya Til Birakê, saziyên wê ji gerînendetiya çandinî û şaredariyan bi hevkariya şênî, cotkar û komînan li gorî derfetên heyî bend li ser çemê danîn da petrol kom bibe û piştre çemê paqij bikin û vegerînin şîrketa petrolê ya Rimêlanê.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin divê gel li hember dewleta Tirk a dagirker hevgirtî be, da ku planên wê têk bibe.