Rûsya ya ku dagirkeriya dewleta Tirk erê kir: Bila ji şer vegerin

Bendewariya bi alozî ya ji ber mudaxelekirina DYA û welatên Rojava ya li ser Sûriyeyê dom dike, Rûsya diyar kir ku divê ‘Ji şer bê vegerandin’.

Di demeke li bendêmayîna her kêlî Serok Dewletê DYA’yê Donald Trûmp ê ji ber bikaranîna çekên kîmyewî êrîşî rejîma Sûriyeyê bike de, Rûsyayê bang kir ku divê ji şer bê vegerandin.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Rûsya Vasîlî Nebenzya wiha axivî: “Divê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û welatên hevkar ji operasyona leşkerî ya Sûrîye vegerin. Rewşa li welat gelek xeter e.” Nabenza anî ziman ku erka sereke, vegerîna ji şereke nû ye.

Rûsya ya ku li dijî DYA û mudaxeleya Rojava derket, dagirkirina Bab, Cerablûs a sala 2016’an û Efrîn a îsal ya Tirkiyeyê erkê kir, derfet dabûn hêzên dagirker bikevin Sûriyeyê.