Rojnamevan Yildiz: Vegotina Seyîd vegotina şoreşê ye

Rojnamevan Zinar Yildiz got, "Vegotina Seyîd ne vegotina şoreşger an jî rojnamevanekî ye; vegotina şoreşê bi xwe ye" û diyar kir ku Seyîd Evran gerîla û rojnamevanek bû ku lê dipirsî, lêkolîn dikir.

Şoreşger, gerîla û rojnamevanê mezin Seyîd Evran 22'ê Îlonê di encama krîza dil de şehîd bû. Hevrêyê wî rojnamevan Zinar Yildiz ji ANF'ê re qala têkoşîna Seyîd Evran kir.

Yildiz destpêkê qalê kir bê Seyîd Evran çawa nas kir: "Di nava Têkoşîna Şoreşgerî ya Kurdistanê de hevalekî welê bû ku berî wî navê wî dihate naskirin. Me rojname, kovar û weşanên din ên têkoşînê dişopand. Ji pêvajoya destpêkê ve min navê hevalê Seyîd nas dikir, nivîsên wî dixwend. Piştî ku tevlî nava têkoşînê bûm min li qada gerîla ew nas kir. Şeref û serbilindî bû ku di nava têkoşînê de wî bi nasnameya rojnamevantî û şoreşgerî nas bike."

ROJNAMEVANTIYA ŞOREŞÊ KIR

Têkildarî taybetmendiyên diyarker ên Seyîd Evran, Zinar Yildiz got, "Hevalê Seyîd hevrêyek bû ku êşa hevrêyên xwe hîs dikir. Bi rastî jî zanîbû bibe hevrê. Hevrêyên xwe hîs dikir. Kêfxweşî jî, êş jî hîs dikir û parve dikir."

Zinar Yildiz bal kişand ser kesayetiya lêpirsîner a Seyîd Evran û got, "Mirovekî welê bû ku bi ya didît re nedima. Di her bûyerê de ku lê dinihêrî, di her bûyera ku didît nêzîkatiyeke welê nîşan dida ku gelo li pişt wê çi heye, çi wê pê bê, gelo bi çi ve girêdayî ye, gelo têkiliya vê bi çi re heye. Ya heyî ti carî bi hêsanî qebûl nedikir. Xwedî sekneke welê bû ku timî lê dipirsî. Di têkiliya bi mirovan re, di nirxandina bûyeran de her tim hewl dida ya nayê dîtin bibîne. Ev yek jî dibû sedem ku hevalê Seyîd lêkolînê bike. Bi dîtina min ji ber vê yekê rojnamevanî tercîh kir. Eger rojnamevaniya şoreşê wê bihatibûya kirin, karakter û kesayetiya hevalê Seyîd gelekî guncav bû û ji ber van taybetmendiyan dest bi rojnamevantiya şoreşgeriyê kir.

LÊ DIPIRSÎ, LI YA NÛ DIGERIYA

Karaktera wî ya lêpirsîner dibû sedem ku ya heyî qebûl neke. Timî di nava lêgerîna guhertinekê de bû. Weke şoreşgerekî di nava têkoşîna guhertina ya heyî, sererastkirina ya şaş de bû."

GEL JÊ HEZ DIKIR

Zinar Yildiz anî ziman ku Seyîd Evran bi gel re xwedî têkiliyeke bedew bû û got, "Di nava 11 salên karê Şoreşa Rojava de malbatek, zarokek tune bû ku kêfa wî ji Seyîd re nedihat. Jinek, mêrek, mirovekî extiyar tune bû ku ji hevalê Seyîd aciz bûbû. Diçû xwe bi mirovan dida qebûlkirin, dida hezkirin."

ROJNAMEVANTÎ WEKE ŞOREŞEKÊ NIRXAND

Yildiz bal kişand ser pênaseya 'hişê çapemeniya azad' ku ji bo Seyîd Evran tê gotin û got, "Ya ku Seyîd Evran kir hişê çapemeniya azad ew bi xwe bû. Ew bi xwe hiş bû. Hevalê Seyîd rojnamevanî ti carî tenê weke pîşeyekî nenirxand. Ne tenê weke şopandin û weşandina bûyeran didît. Rojnamevantî weke şoreşekê nirxand. Rojnamevantiya hevalê Seyîd rojnamevantiyeke welê bû ku ya nayê dîtin bê dîtin, şaşitî bêne eşkerekirin, ya pêwîst bê kirin û rojnamevantiyeke bi vî rengî dikir. Ev yek şoreşgerî bi xwe ye."

DIXWEST JIYANA ŞOREŞGERÎ BIGIHÎNE GEL

Yildiz bi dewamî got, "Rojnamevantî û şoreşgerî ji hev cuda nedît. Ji bo Seyîd yek ji karên bingehîn ew bû ku keda şoreşê, şoreşê bi xwe vebêje, şoreşgeran vebêje, armanc û jiyana şoreşgeran bigihîne nava gel."

XWEDÎDERKETINA LI KEVNEŞOPIYA ÇAPEMENIYA AZAD

Di dawiya axaftina xwe de Zinar Yildiz got, "Ew şopdarekî kevneşopiya ji Mûsa Anter heta bi Ozgur ulke û Gûrbetellî Ersoz bû. Ji xwe jî gelek tişt tevlî vê kevneşopiyê kiribû. Lewma şopdariya Seyîd Evran şopdariya vê kevneşopiyê ye. Eger armanceke me ya ji bo şopandina vê kevneşopiyê hebe, karê me yê destpêkê ku divê em bikin, divê em vê têkoşînê bişopînin."

Zinar Yildiz destnîşan kir ku ji bo xwedîderketina li Seyîd Evran divê ew biryardariya têkoşînê xurt bikin û got, "Divê em di kesayetiya Seyîd de bibînin bê bi kîjan rê û rêbazên têkoşîn encamê werdigire û vê yekê dewam bikin."