Rêxistinên Sûriyeyê bang li rêxistinên navneteweyî kirin

Rêxistinên li Sûriyeyê diyar kirin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rê li ber "krîzeke mirovî" vedike û bang li hêzên navneteweyî kirin ku bi lezgînî tevbigerin.

109 rêxistinên li Sûriyeyê der barê êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyek dan. Daxuyaniya li Taxa Siyahî a Qamişlo bi beşdariya nûnerên rêxistinan ên herêmê hate dayîn.

Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Yekîtiya Rêxistinên Civaka Sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mizgîn Hisên ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin divê civaka navneteweyî, hikûmet û desteyên navneteweyî tevlî vê bangê bibin da ku bersivekê wergirin û êşên şêniyên zirar dîtine sivik bikin, xizmetguzariyên bingehîn vegerînin, aramiya li herêmê pêk bê.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: 

"Krîza mirovî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihaşt asta xwe ya nebaş, ji lew re pêdivî bi girîngî û alîkariyeke lezgîn ji hêla civaka navneteweyî ve bê dayîn. Li herêmê ji salan ve nakokî û bêîstîqrarî heye, di encamê de êşên şêniyên herêmê mezin dibin, berê jî li herêmê koçberî çêbû. Niha jî di encama bombebarana dawîn a dewleta Tirk û hedefgirtina yekser a ji bo wêrankirina binesaziyan êdî xizmetguzariyên bingehîn pir kêm bûne; mîna gaz, av, kehrebê û petrolê.

Pêdiviya çareserkirina krîza Sûriyeyê ya li herêmê bi hewldaneke hevkar ji hêla civaka navneteweyî heye, ji ber ku krîza heye, enerjiya rêxistin an jî welatên ferdî derbas dike. Pêwîst e hikûmet, rêxistinên nehikûmî û desteyên navneteweyî li hev bicivinû yekser alîkariyê pêşkêş bikin û çareseriyên mayînde pêşkêş bikin.

Em bang li civaka navnetweyî, hikûmet û desteyên navneteweyî hat kirin ku tevlî bangê bibin da ku bersiveke lezgîn a ji bo sivikkirina êşên şêniyên zirar dîtine wergirin, xizmetguzariyên bingehîn vegerin û aramiya mayînde li herêmê pêk were."