Rêveberiya Xweser nerazîbûn nîşanî Mûallîm da

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Wezîrê Karê Derve yê hikumeta Şamê Velîd Mûaalîm da. Mûallîm li Neteweyên Yekbûyî axivîbû.

Cîgirê Serokê Meclisa Wezîran û Wezîrê Karên Derve û Penaberan ê hikumeta Şamê Welîd Muellîm di axaftina xwe ya li dewreya 75’an a Civata Giştî ya NY’yê de QSD û Rêveberiya Xweser bi dijbertiya li yekitiya Sûriyeyê, gelê wê û talankirina dewlemendiya wê tawanbar kir.

Derbarê vê yekê de Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Bi hewldana reva ji rewşa Sûriyeyê û rewşa guhartinê ya Sûriyeyê, her wiha bi girêdana eşkere ya bi zîhniyet û metoda ku hiştiye Sûriyeyê bikeve vê rewşê, paşguhkirina sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Sûriyeyê dikin ku gefan li yekitiya Sûriyeyê dixwin. Her carekê berpirsekî rejîma Sûriyeyê derdikeve û li ser rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi zimanekî ku tê de bêbawerî, dûrketina ji berpirsiyarî û înkara rastiyê diaxive. Rastiya vî zimanî piştrast dike ku rejîma Sûriyeyê di cîhana angaştî de dijî, siyaseta guhartina mijarê û girêdayî bi rêveçûnên ku tu têkiliyên xwe bi hev tune ne, pêk tîne.

Piştî bi hezaran windahî, qurbanî û wêrankirina giştî ya gelek herêmên Sûriyeyê, belavbûna rewşa tevliheviyê û tevgera komên terorîst li Sûriyeyê. Her wiha rewşa tecrîd, ceza û rewşa kirêt a debarê li Sûriyeyê, ji dêvla rejîm kedên xwe ji bo xizmeta gelê Sûriyeyê bi kar bîne ku li ser gelê Sûriyeyê sivik bike, rayedar û berpirsên rejîm derdikevin bûyer û mijaran dibêjin û bi rêya xîtabên xwe yên sexte ku êdî her ferdekî ji Sûriyeyê dizane, rewşê ber bi sifirê ve dibin.”

DaîreyaTêkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku tawanbarkirina Wezîrê Karên Derve yê rejîma Sûriyeyê Welîd Muellîm li pêşiya Civata Giştî û axaftinên wî yên girêdayî rêzemijarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ew bi vê yekê dixwaze raya giştî berbelav bike û rastiyê veşêre û wiha domand: "Di heman demê de, dixwaze kirinên rejîma Sûriyeyê yên li dijî gelê Sûriyeyê bi giştî û pêkanîna tevliheviya ku dixwaze li herêmên ku ji DAIŞ`ê rizgar bûne, binixumîne.

Daîreyê da zanîn ku projeya Rêveberiya Xweser projeyeke neteweyî ye û zirarê nade yekitiya Sûriyeyê, berovajî îdiayên Muellîm ku ew projeyek parçebûnê ye.

Daîreyê bal kişand ser axaftinên Muellîm ên li ser bûyerên Dêrazorê û ev tişt got: “Ew bi vê yekê hewl dide balê li ser tevliheviya ku rejîmê hewl daye bi rêya wê yekitiya pêkhateyan têk bibe, bikişîne. Li cem Rêveberiya Xweser îsbat hene ku têkiliyên rejîma Sûriyeyê bi tevliheviya ku li Dêrazorê rû daye, heye. Dema DAIŞ`ê berhemên xwezayî yên welêt didizî û difirot dewleta Tirk, rejîma Sûriyeyê qet li pêşiya cîhanê pirsa vê yekê nedikir û nedibû gazinc! Petrola ku ji herêmê tê derxistin, dikeve xizmeta gelê herêmê di demekê de ku tu alî destekê nadin van herêmên Sûriyeyê û parçeyek ji Sûriyeyê ne."

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku daxuyaniyên Muellîm ji rastiyê dûr in û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Bi vê hişmendiyê ne pêkan e ku çareserî li Sûriyeyê pêk were. Her wiha axaftina li pêşiya her cihekî navneteweyî divê bikeve xizmeta gelê Sûriyeyê, derxistina dagirkeran û darizandina sûcdarên berpirsên qirkirinên li dijî gelê Sûriyeyê. Divê ked ji bo çalakkirina diyaloga Sûriyeyê ya neteweyî û çareserkirina aloziya Sûriyeyê li gorî biryara navneteweyî bi hejmar 2254’an, bêne dayîn û dev ji zimanê ku wêraniyê ji Sûriyeyê re tîne, were berdan."