Rêveberiya Xweser: Divê xeta Kobanê were şopandin

Rêveberiya Xweser serfiraziya Kobanê pîroz kir û got “Em bang li gelê xwe dikin ku şopdarên xeta berxwedanê ya li Kobanê, Efrîn û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bin”

Rêveberiya Xweser bi boneya salvgera 7’an a rizgarkirina Kobanê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Piştî ew qas sal berxwedan û tunekirina DAÎŞ’ê ji aliyê leşkerî ve, DAÎŞ bi desteka herêmî hewl dide bi hemû rêbazan tola xwe hilîne û vegere.

Berxwedana li hember vê rêxistinê, ne berxwedaneke normal bû, lê belê vê berxwedanê rolek di parastina SûriyEYê û cîhanê ji rêxistina DAÎŞ’ê de lîst. Rizgarkirina Kobanê di 26’ê Çileya 2015’an de, destpêka tunebûna DAÎŞ’ê bû. Piştî wê, gelek serkeftin pêk hatin û berxwedana Kobanê bû destan. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev destan ji xwe re kir bingeh û parastina herêmên xwe kir heta ku di 23’yê Adara 2019’an de tunekirina DAIŞ’ê ji aliyê leşkerî ve hat ragihandin.

Kobanê xwedî li projeya Rêveberiya Xweser derket û di 27’ê Çileya 2014’an de ragihand. Ev tecrube di peydakirina projeya demokratîk li Sûriyeyê bi giştî de, bû stûneke sereke.

Bi boneya salvegera 7’an a rizgarkirina Kobanê û ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, em şehîdên xwe bi bîr tînin. Her wiha destnîşan dikin ku dewleta Tirk a faşîst ku destekê dide terorê, ne tenê li ser herêmên me lê belê li ser gelan bi giştî xetere ye.

Serkeftina Kobanê ji bo cîhanê û mirovahiyê bû mîrasekû  projeya dagirkirinê ya dewleta Tirk asteng kir ku desteka DAIŞ’ê kiribû bingeha wê projeyê. Her wiha Kobanê û berxwedana wê bala cîhanê bi giştî kişand ser xwe û cîhanê rastiya parastina li wir nas kir.

Di encamê de vîna li Kobanê ji bo tunekirina DAÎŞ’ê bû hêviyeke rasteqîn. Ji ber wê Koalîsyona Navneteweyî mudaxele kir û 1’ê Mijdarê wek Roja Kobanê ya Cîhanê hat qebûlkirin.

Berdewamkirina piştgiriya dewleta Tirk bi terorê re, li ser destkeftiyên li hember DAÎŞ’ê hatine bidestxistin, xetere ye. Ji bo ku ev xetere bi dawî bibe, divê helwestên diyar li hember dewleta Tirk û sûcên wê werin nîşandan. Piştî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, morala şaneyên DAÎŞ’ê bilind kir.

Girîngiya rizgarkirina Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê paralelî girîngiya rizgarkirina Efrînê ye ku bû destpêka bidawîbûna terorê. 

Em bang li gelê xwe dikin ku şopdarên xeta berxwedanê ya li Kobanê, Efrîn û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bin. Ji ber ku ev mîrasa dîrokî, li Sûriyê rêya ber bi serkeftinê, civaka demokratîk û pêkanîna îstîqrarê ye.”