Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk bi her awayî piştgiriya çeteyan dike

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Hêzên Ewlekariya Hundirîn da û diyar kir ku armanca wan ew e ku hêzên ewlekariyê li kampa Holê asteng bikin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî bombebarana dewleta Tirk a dagirker li ser nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn da.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

Daxuyaniya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ye:

"Hemwextî ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ ya ji bo kontrolkirina Kampa Holê û sînordarkirina çalakiya şaneyan û ligel xebatên li dijî terorê yên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Asayîşê beşdarî wê dibin, dewleta Tirk a dagirker êrîşeke dijwar li ser yek ji xalên Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Asayîşê, pêk anî. Di encama êrîşê de 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn û gelek endam jî birîndar bûn. Ev êrîş û êrîşên berê xizmeta rêxistina terorîst a DAÎŞê dike. Her wiha armanca van êrîşan astengkirina hewldanên hêzên ewlehiyê di çalakiyên wê de ji bo kontrolkirina ewlehiyê li Kampa Holê ye ku tê de îstixbaratên Tirkiyê bi awayekî zelal bi hemû hêza xwe piştgiriyê dide xebatên revandin û tevlêheviyê û bi hemû awayan piştgiriya darayî, hêsan dike.

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdên di êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûn re dixwazin. Em şifayê ji birîndaran re dixwazin. Em bang li raya giştî ya herêmî û navneteweyî dikin ku dawî li kiryarên dewleta Tirk bînin, ji ber ku bi van kiryaran derfetê  li pêşiya vegera terorê vedike.

Ev êrîş hewldaneke aşkera ya ji bo astengkirina rewşa jiyanî û pêşîgirtina li serkeftina derfetên kontrolkirin û piştgirîkirina aramiyê piştî kêmkirina tevgera DAÎŞ`ê û aliyên mîna wê ye, ku dixwazin tevlêhevî û şerê navxweyî geş bikin. Em teqez dikin ku Koalisyona Navneteweyî jî mîna Rûsya para wan ji berpirsiyariya van êrîşan heye. Ji ber ku ev êrîş di çarçoveya têkbirina hewldanên wan her du aliyan ên ji bo kontrolkirin û piştgirîkirina aramiyê û destekdayîna wê de ye. Em piştrast dikin ku hêzên me yên ewlehiyê di xebatên xwe de ji bo sînordarkirina vegera tundrawê û têkbirina aramî û ewlehiya herêmên me û jiyana gelê me de, berdewam in.”