Rejîmê navenda bajarê Deraayê bi temamî kontrol kir

Hate ragihandin ku artêşa rejîma Sûriyeyê, herêmên bajarê Deraayê yên di destê komên 'mûxalîf' de bûn, kontrol kiriye.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî SANA'yê, leşkerên rejîmê li meydana herî mezin a li navenda bajarê Deraayê ala Sûriyeyê daliqandine. Hate ragihandin, leşkerên rejîmê beriya niha hemû semtên di destê komên 'mûxalîf' de bûn, kontrol kiribûn.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Fransayê AFP'ê jî li taxeke li başûrê bajêr konvoya ji polîsên leşkerî yên Rûs û wesayitên ji efserên Sûriyeyê hatine dîtin. Di nûçeyê de hate gotin, leşkerên Rûs û Sûriyeyê çûne seremoniya daliqandina alê ya li navenda bajêr.

Ji bo Deraa û derdora wê, roja 6'ê Tîrmehê li hev hatibû kirin û bi vê peymanê re kontrola herêmên li nava wîlayetê radestî rejîmê hatibû kirin. Xwepêşandanên destpêkê yên Adara 2011'an ên li dijî rejîma Beşar Esad, li Deraayê dest pê kiribûn. Lewma kontrolkirina Deraayê ji bo rejîmê weke 'serketineke girîng' tê dîtin.