'Rêbertî digot Rojava wê azad bibe; vaye em li ser xaka xwe azad in'

Şêniyên Kobanê ku bi Abdullah Ocalan re man, anîn ziman ku derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Kurdan re zayîneke nû bû û gotin: "Me bi Rêber Apo re hebûna xwe nas kir. Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya mirovahiyê têkoşiya."

Bîranînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojavayê Kurdistanê hê jî di bîra wan kesan de ne ku pê re civiyan. Bi her kesekî re bîranîneke wî ya taybet heye ku bandora xwe hîn jî li ser heye.

'RÊBER APO JI BO TEVAHIYA MIROVAHIYÊ TÊKOŞIYA'

Xalib Elûş ê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ma ye qala wan rojan dike û dibêje, "Dema ku Rêber Apo derbasî Rojava bû, destpêkê derbasî mala Omer Elûş bû û piştre derbasî paytexta Sûriyeyê Şamê bû. Ji wir jî derbasî Lubnanê bû û li wir ji bo rêxistinkirin û perwerdehiyê kamp ava kir. Li ser raman û fikrên Rêber Apo roj bi roj partî mezin bû û veguherî mîlyonan. Gel li dora ramanên Rêber Apo bû yek. Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya mirovahiyê têkoşiya. Derketina Rêber Apo ji Kurdan re zayîneke nû bû."

'RÊBER APO FÎLOZOFÊ CÎHANÊ YE'

Elûş anî ziman ku dema ku mirov li ramana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dinêre tu carê bawer nake ku mirovek weke wî were li ser rûyê dinyayê û wiha pê de çû: "Rêber Apo fîlozofekî yê cîhanê ye. Rêber Apo digot, ‘Yekbûna Sovyetê ya Rûsaya wê hilweşe‘. Rayedarê Ermenî yê bi navê Hene Îbrahîm ji Rêber Apo re digot, ‘Ma tu xwedê yî‘. Rêbertî digot, ‘Na ez ne xwedê me, ez tiştan dişopînim û lêkolîn dikim'. Tiştên Rêbertî digot, piştî demekê ew tişt çêdibû. Rêber Apo li ser Rojava timî digot, 'Wê Rojava azad bibe'. Vaye em niha li ser axa xwe bi azadî dijîn."

'ROJA AZADIYA GELAN'

Di dawiya axaftina xwe de Elûş, 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahiya gelê Kurd û Rojhilata Navîn pîroz kir û got: "4’ê Nîsanê ji bo mirovahiyê gelek girîng e û roja azadiya gelan e."

'BI RÊBER APO ME HEBÛNA XWE NAS KIR'

Ehmed Hecî Reşo ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye wiha axivî: "Dema ku me PKK nas kir, me xwe nas kir. Naskirina PKK’ê xwebûna me bû. Dema ku Rêber Apo li Sûriyeyê bi cîh bû, gelek şervan ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojava bûn û dihatin perwerdehiyê. Komek şervan ji Bakur hatibûn, min cara duyemîn ew derbasî ligel Rêbertiyê kirin. Dema ku min heval birin akademiyê wê demê Rêber Apo bi hevalan re fitbol dilîst. Dema ku mirov li Rêbertî guhdarî dikir, hemû lebatên laşên mirovan radiwestiyan û guhê mirov li peyvên ku ji devê wî derkeve bû. Bi saya Rêber Apo me hebûna xwe nas kir."

'RÊBERTIYÊ TU CUDAHÎ NEDIXIST NAVBERA XWE Û KESÊN PÊ RE'

Reşo da zanîn ku dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diaxivî, ne gengaz bû ku mirov di bin bandora wî de nemaya. Reşo wiha dom kir: "Rêber Apo ji kêliya destpêkê ve şaştiya di kesayeta mirovan de nas dikir û çareserî dida. Ew bijîşk, fermandar û leşker bû. Tu cudahî nedixist navbera xwe û kesên pê re. Xwe ji tu kesî cuda nedidît. Vê yekê hişt ku gel zêde pê ve were girêdan. Ji ber ku wî birînên ku destihilatdaran di mêjiyê me de çêkir, derman dikir. Ew derket da ku bi rêya şoreşa gel qeyd û zincîran bişkîne. Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan rabû, ji bo tevahiya gelên bindest û mezlûm rabû."

Di dawiya axaftina xwe de Reşo, 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahiya Kurdan pîroz kir.