Xelkê gundê Bilik tevlî seferberiyê bûn
Xelkê gundê Bilik yê li bajarê Kobanê ji bo piştgirî dayîna bi şervanên xwe yên QSD û YPJ`ê bûn seferber.
Xelkê gundê Bilik yê li bajarê Kobanê ji bo piştgirî dayîna bi şervanên xwe yên QSD û YPJ`ê bûn seferber.
Xelkê li kantona Firatê, gund bi gund, kolan, tax û nava bajar, kom bi kom bi banga seferberiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk rabûn û ew jî bûn seferber. Îro jî li gundê Bilik yê girêdayî Kobanê seferberî hat îlankirin û gel tevlî seferberiyê bûn.
Bi dehan gund û tax li ser banga Rêveberiya Xweser bûn seferber.
Li ser navê xelkê gundê Bilik yê bajarê Kobanê Elî Murad daxuyanî xwend û wiha got: “Em weke gelê gundê Bilik heta dawiyê li pey şervanên xwe ne, ew hêvî û serkeftinê me ne. Çendî dewleta Tirk jî êrîş bike, lê dîsa jî em hene, me xwe daye îsbatkirin, êdî dewleta Tirk li ber têkçûnê ye. Dewleta Tirk bi hemû awayî dixwaze destpêkê Kurdan tune bike, lê êdî wê dawiya wî jî bi destê me be û em ê bi ser bikevin.”
Elî Murad bi berdewamî wiha got: “Erdogan digot vaye Kobanê ket, li ber ketinê ye, niha jî dîsa dibêjin em ê Kurdan tevî çeka wan binax bikin. Em çeka xwe danaynin, çawa ku li bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê ew têk birine, em in xwediyê vê axê û em çeka xwe danaynin. Divê êdî her çar parçeyê Kurdistanê rabin ser piyan, îro roj roja me ye, serketin nêzîk e.”