Komîteya Hevgirtina Bi Malbatên Şehîdan Re ya PKK bi daxuyaniyekî şehadeta Cafer Engîzek ragihand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku têkoşîna azadiya Kurdistanê nîv sedsala xwe tije dike û diyar kir ku PKK li hember polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk a qirker, bi dayîna berdêlên mezin gihiştiye îro. Di daxuyaniyê de tevkarî û cihê Cafer Engîzek ya di têkoşînê de hatin ragihandin û sersaxî ji bo malbata wî û gelê Kurdistanê yê welatparêz re hate xwestin.
Agahiyên li ser nasnameya Cafer Engîzek wiha ye: “
Nasnav: Cafer Engîzek
Nav û Paşnav: Hûseyîn Engîzek
Dîrok û Cihê Jidayîkbûnê: 1955/Mereş
Navê Dayîkê: Seciye
Navê Bav: Mehmed
Dîrok û Cihê Tevlêbûnê: 1976/Mereş
Dirok û Cihê Şehadetê: 14.03.2024/Rojava
Di vê heyama ku têkoşîna azadiya Kurdistanê ya di pêşengiya PKK’ê de mezin dibe nîv sedsala xwe tije dike, li ser bingehê parastina hebûna gelê Kurd û pêkhanîna azadiya wê de deskeftiyên mezin hatin qezenckirin. Ji bo gihaştina van rojan, di serî de valaderxistina polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk a qirker, di cîhanê de xuyanîkirina nasnameya Kurd, berdêlên mezin hatin dayîn. Me ji kêliya destpêkê ve heta îro bi hezaran egîdên bi awayê fedayane di refên şoreşê de gihaştin hev, şehîd dan. Meşa azadiyê ya mezin ku bi şeş kesan dest pê kiribû, îro xwe gihandiye bi milyonan û bi derbaskirina sînorên Kurdistanê bûye cîhanî. Bêgûman vana tev berhemên şehîdên me yên nemir ên her ji wan xelekek têkoşîna me ya azadiyê ne û egîdên ku îro di tunelan de, li eniyan li hemberî her cure hovîtiyê bi canbexşane li ber xwe didin, bi vî awayî navên xwe bi tîpên zêrîn di dîroka azadiya gelan de dinivîsîn in. Egîdekî ku di gihaştina vê astê ya têkoşîna azadiya Kurdistanê de xwedî kedekî mezin e, xeta milîtaniya Apocî di her şert û mercî de domandî, kariye bibe zarokekî bijare yê gelê Kurd ê berxwedêr yek jî rêhevalê me Cafer Engîzek e. Bi ragihandina şehadeta hevalê me Cafer ku li Kurdistanê bi qasî têkoşîna li dijî êrîşên qirkirinê, pêşengî ji pêşxistina xebatên wêjeyê jî kiriye re, em ji malbata wî ya hêja, gelê me yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin; di şexsê rêheval Cafer Engîzek de Şehîdên Şoreşê yên bi jiyanên xwe ên mezin xeta têkoşîn û berxwedanê diyar kirine, destnîşan kirine ka li Kurdistanê jiyana azad bi kîjan berdêlan wê bikaribe were afirandin, bi rêz û bi minet bi bîr tînin; soza li ser bingehê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo emê serfiraziyê teqez bikin, di şexsê dewleta Tirk a faşist de hişmendiya qirker têk bibin, armanc û xeyalên Şehîdên Nemir jiyanî bikin, nû dikin.
Rêhevalê me Cafer Engîzek di sala 1955’ê de li gundê Bazlar ê Bazarcixa navçeya Mereşê jidayîk dibe. Li navengekî baweriya Elewîtiyê lê serwer, çanda civakî ya Kurdewer bi xurtî tê meşandin, mezin bû. Mereş û dorhêla Mereşê hê di dema hikimraniya Osmaniyan de bi polîtîkayên bişavtin, tehcîr û li ser vî bingehî guhertina demografyayê re rû bi rû mabû. Piştî Komara Tirkiyê hat avakirin jî bû qadekî polîtîkayên Tirkbûyîn û bişavtinê herî sift lê hatî meşandin. Herêm hema hema ji nasnameya xwe ya cewherî hat qutkirin. Lê ruxmê vê jî demarekî pirt xurt a berxwedana çandî hebûna xwe domand. Ji vê demarê gelek pêşengên mezin wê derbibûna. Rêhevalê me Cafer Engîzek li navengekî wiha mezin bû, vepirsînên destpêkê yên di derbarê jiyanê, têkiliyên civakî, têkoşîna çînî, mêtingeriyê de jiya. Zindîbûna mêjûyê civakî di wî de jî li hemberî kiryarên dewleta Tirk helwestek pêşxist. Taybetmendiyên hevgirtîner, parveker û berxwedêr ên civaka ku endamê wê bû, di kesayet, hest û hizrên rêheval Cafer de bersîv dît. Hîsiyateke jiyana xwe bi kedê biwate dike, taybetmediyên civaka xwezayî didomîne, şêwe da kesayeta wî. Dibistana seretayî li gundê lê jidayîkbûye kotayî kir, dibistana navîn jî li Bazarcixê xwend. Piştî ku li Dîlokê Enstîtûya Hûnerên Bedew bi dawî kir, li Mereşê dest bi xwendina Enstîtûya Perwerdehiyê kir. Bi qedandina Enstîtûya Perwerdehiyê weke mamosteyê dibistana seretayî dest bi kar kir.
DI SALA 1976’AN DE TEVLÎ PKK’Ê BÛ
Rêhevalê me Cafer Engîzek ku di ciwaniya xwe de dest bi şopandina têkoşîna şoreşger kiribû dema hê 16 salî bû ji berxwedan û şehadeta Sînan Cemgîller ku li gundekî rex gundê wan ku di encama êrîşên dewleta Tirk de pêkhatibû, pir bandor dibe. Hezkirina wî ya li hember Tevgera Şoreşger a Tirkiyê heya sala 1976’an berdewam dike.
Sala 1976’an Şoreşgerên Kurdistanê nas kir. Heman salê beşdarî nav Tevgera Apocî bû. şoreşgerên mezin Hakî Karer û Kemal Pîran naskir, bi wan re xebat meşand. Xebatên Kemal Pîr li xeta Mereş-Dîlokê meşandî, di pêşketina têkoşîna azadiya Kurdistanê û beşdarbûna hejmarekî zêde ciwanan a li refên şoreşê de rolekî diyarker lîst. Hejmarekî zêde kadroyên pêşeng li ser bingehê van xebatan tevlî refên PKK’ê bûn. Hevalê me Cafer Engîzek bi awayekî çalak beşdarî van pêşketinan hemûyan bû. Piştî ku li qada Rojavayê Başûr ê Kurdistanê xebatên sift meşandin, di sala 1979’an de ji bo dîtina perwerdeya leşkerî bi komên destpêkê re derbasî sehaya Lûbnanê bû. Dema li Lûbnan û Sûriyê ma jî bû xwediyê tevlêbûyînekî xurt. Heval Cafer ê bîrdoziya Rêber Apo kiribû bingehê pêkhatina xwe, bi gurcûpêçbûyîna di warê leşkerî de xwe ji bo pêşxistina têkoşîna gerîla ya li Kurdistanê amade kir. Piştî perwerdeyê ji nû ve vegeriya deverên lê jidayîk bûye. Di nav yên ku li vê herêmê gavên destpêkê yên pêşxistina têkoşîna gerîla avêtin de, cih girt. Bi awayekî pêşeng tevlî pêşxistina têkoşîna li dijî derbeya faşîst a 12 Îlon 1980’yan bû. Di encama girtinên zêde de wekî grûbekî biçûk a gerîla heya sala 1981’an mayîna li qada Başûrê Rojava domand. Di sala 1981’an de ji nû ve derbasî sehaya Lûbnanê ku Rêber Apo lê dima, bû. Di berdewamiya wê de li qadên weke Heleb, Efrînê xebatên gel meşandin. Heya payîza sala 1982’yan li qadên ku îro weke Şoreşa Rojava navê xwe ji tevahî cîhanê re ragihandiye, karî bibe neferekî têkoşîna azadiya Kurdistanê ê bingehê şoreşa netewa demokratîk radiçîne. Bi jiyana xwe ya nefsbiçûk, tevlêbûna canbexş di dile gelê herêmê de cihekî mezin wergirt. Bi kirina pêşengiya derbasbûnên ser sînor di veguhastina nirxên Rêber Apo yên bi zehmetî afirandine ji Kurdistanê re rist girt ser xwe. Piştî ku ji ber nexweşiya pêketî salekê li Başûrê Kurdistanê tedawî dît, di sala 1983’yan de derbasî Behdînanê bû. Rêhevalê me Cafer Engîzek ê meşa xwe ya şoreşger bênavber didomand, ji wêderê jî derbasî Xakurkê bû. Ruxmê nexweşiyekî giran a zerikê derbas kiribû jî, tu zehmetî li pêşiya tevlêbûna xwe weke astengî nedît. Ji sala 1984’an heya 1990’î li qadên ku ji rojavayê Ava Zapê heya bi Çiyayê Gabarê dirêj dibin de xebatên gerîla meşandin, li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker şer kir. Bi fermandarê mezin Egîd (Mahsûm Korkmaz), pêşengên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de bûne efsane Mustafa Yêndem, Kazim Kulu, Şehîd Ezîz, Şehîd Ezîme re şerê rizgariyê meşand. Di fermandariya mange, taxim, herêm û koordîneya eyaletan de erk û berpirsyarî wergirtin. Dema ku peywirekî wî ya fermî nebû jî, ji raberkirina tevlêbûna şervanekî ya herî xwerû, girêdayî, durist, fedakar, tenê çavê xwe berdaye serkeftina şoreşê paşde nema. Ezmûn û daneheva xwe di her şert û mercî de xist xizmeta rêhevalên xwe, bi vî awayî xebatên perwerdeyê yên ku PKK’ê weke rêgeza bingehîn a serkeftinê diyar kiriye, meşandin.
JI BO PERWERDEKIRINA BI HEZARAN KADROYAN KED DA
Di sala 1990’î de ji nû ve derbasî sehaya Rêber Apo bû. Heya payîza 1991’ê di Akademiya Mahsûm Korkmaz de perwerde dît, li ser bingehê têkoşîna demê serkeftî bike lêhûrbûnên kûr jiya. Di pêvajoya perwerdeyê de bi girtina berpirsyariyan kesayeta xwe ya pêşeng xurt kir. Heval Cafer ê destpêkê ji bo biçe Botanê amadekarî dikirin, ji bo qada Eyaleta Tolhildanê tê erkdarkirin. Li qadên Mereş, Semsûrê têkoşîna gerîla, xebatên rêxistinkirina gel bi tarzekî encamgir meşand. Sala 1994’an ji nû ve derbasî sehaya Rêber Apo bû. Piştî pêvajoyekî perwerdeya sift û serkeftî vê derbasî Botanê bû. Heya sala 1999’an li qadên Botan-Behdînanê di asta rêveberiyê de beşdarî xebatan bû, di mezinkirina têkoşîna azadiya Kurdistanê de bû xwediyê kedên mezin. Heval Cafer Engîzek ê girêdayînekî kûr ji xeta berxwedanê ya Rêber Apo diyar kirî re dijiya li hemberî feraset û seknên paşverû, tasfiyeger, dijî şoreşê tevdigerin timî helwest raber kir. Bêyî ku bibêje kare biçûk an jî mezin, tevlêbûnekî canbexş raber kir. Ji bo ku tiştên ji Rêber Apo fêr bûye di her firsendê de bixe xizmeta têkoşînê, li her qada ku çûyê xebatên perwerdeyê bi têgihiştinekî bilind a berpirsyariyê girt ser xwe. Di gihandina bi hezarî militan, kadro de bû xwedî par.
Rêhevalê me Cafer Engîzek ê piştî ku Rêber Apo di encama komploya navnetewî de dîl ket li Herêmên Parastinê yên Medyayê ma bi qasî ku gerîlayek, şervanekî li hemberî qirkirinê şer dikir, fermandarekî hêl dida şer û bi têgihiştina xwe ya kûr a bîrdozî, serwextiya rêxistinî re gihandina insanan bi ser dixist bû, di heman demê de nivîskar, lêkolîner û wêjesazekî hizrên xwe, baweriya xwe ya bi serfiraziya şoreşê, hestên xwe yên azadî û zaferê, lêhûrbûnên xwe yên li ser dîrok û rastiya civakî ya Kurd ku endamê wê bû, veguherîne berhemên nivîskî jî. Di navbera salên 1999-2010’an de li gel xebatên giştî pirtûkekî lêkolîn û vepirsînê li ser Zerdûşt nivîsand. Rêheval Cafer ê ruxmê polîtîkayên sift ên bişavtinê yên dewleta Tirk jî karîbû ziman û çanda xwe biaprêze, serwextî Kurdî bibe di heman wextî de di romanên bi Kurdî yên bi navê BÊNAV û BERXÊN ME nivîsandin. Hevalê me Cafer Engîzek ê şoreşgerekî pir alî bû, di serhatiya xwe ya şoreşgerî ya digihêje nîv sedsalê de tu carê bi yek xebatê re sînordar nema. Her kêliya xwe bi xebatên cuda re nirxand. Li gel xebatên perwerdehî, rêxistin, lêkolîn û vepirsînê tevkarî li xebatên ragihandinê kir. Berpirsyariya Radyoya Dengê Gerîla ya ji civakê re di veguhastina jiyan û têkoşîna gerîla de rolekî girîng lîst, meşand.
Sê salan li qada Rojhilat nûnertiya KCK’ê kir. Di berdewamiyê de beşdarî perwerdeyên navendî bû, di Akademiya Zanistên Civakî ya di bin sîwana Komîteya Zanist û Ronakbiriyê de hatî avakirin de xebatên xwe meşandin. Di vê heyamê de romanekî ku Rojhilatê Kurdistanê vedibêje temam kir. Heval Cafer Engîzek ê xebatên xwe yên ji vê şûnde nezrî pêşxistina wêjeya Kurdî, bi rêya wêjeyê jiyanîkirina rastiya civakî ya Kurd, dewlemendiya çandî kir, gelek berhemên nû nivîsandin. Bi berhemên GEWRO û GEWRÊ, HER TIŞTÊ ME, SERKET, SÎSÊ tevkariyên mezin li wêjeya Kurdî kir. Bi esasgirtina nêzîkatiya PKK’ê ya xebatên wêjeyê bi perspektîfekî nû digire dest, gavên sekeftî yên pêşxistina Wêjeya Şoreşger, Wêjeya Gerîla avêtin. Li ser bingehê encamên ku Konferansa Wêjeya Kurd a 1’emîn a li Herêmên Parastinê yên Medyayê hat lidarxistin gihaştiyê bi ezmekî mezin, hestiyariyekî bilind xebatên xwe meşandin. Rêhevalê me Cafer Engîzek ê di warê ji nû ve avakirina civakê de girîngiyekî mezin dida wêjeya Kurdî, bi pênûsa xwe ya xurt çawa ku li hemberî qirkirina çandî têkoşînekî xurt meşand, bû dahênerê berhemên binirx ên wê heta hetayê di dîroka Kurdistanê de hebin.
Heval Cafer Engîzek di tevahî jiyana xwe ya şoreşgerî de felsefeya Rêber Apo ya jiyana azad, rêgezên milîtaniya Apocî, xeta têkoşîn û berxwedanê ya PKK’ê kir rehbere xwe û hedef kir ku erkên xwe bi awayekî serkeftî pêk bîne. Di heyama 3’emîn a Partîbûnê de bi guherîna paradîgmayê li ser bîrdoziya Rêber Apo lêhûrbûnên kûr jiya. Ji bo ku paradigmaya civakî ya demokratîk, ekolojik û azadiya jinê esas digire rast fêm bike û pêk bîne bi têgihiştin û hestekî bilind tevgeriya. Bi zanebûna bûyîna rêhevalê rast ê bi jinê re pîvana bingehîn a milîtaniya PKK’ê ye, ji bo rastiya PAJK’ê jî fêm bike lêhûrbûnên xwe kûr kirin. Li ser bingehê avakirina paradigmaya civaka demokratîk ponijdandinên xwe yên li ser erkên entelektüel, exlaqî û polîtîk hê siftir kirin.
LI ROJAVA XEBATÊN WÊJEYÊ DIKIR
Herî dawiyê derbasî qada Şoreşa Rojava bû û li wêderê xebatên xwe yên wêjeyê domandin. Di heyama ku li Rojava dima de heman wextî li ser bingehê têkoşîna li dijî nexweşiya ku di jiyana wî ya şoreşgerî de timî derketibû pêş, lê tu carê rê nedabûyê ku li hemberî beza wî ya şoreşê bibe asteng, dest bi tedawiyê kir. Heval Cafer Engîzek ê tevahî jiyana xwe bexşî azadiya Kurdistanê kiriye, kelecana Şoreşa Rojava jidil hîs kir. Dema bi nexweşiya pêketî re têdikoşiya, xebatên xwe yên lêkolîn-vepirsînê, xebatên wêjeyê jî domandin. Di 14.03.2024’an de li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû li pey xwe bi hiştina danehevekî mezin a têkoşînê, têgihiştina azadiyê û hesta girêdayîna bi welat re tevlî nav şehîdên nemir ên Kurdistanê bû.
Carekî din di serî de ji malbata hêja ya heval Cafer Engîzek re, ji gelê Kurdistanê yê welatparêz, mirovahiya ku girêdayî nirxên azadî û demokrasiye re sersaxiyê dixwazin; soza em ê armanc û xeyalên wan ên Kurdistana azad û jiyaneke azad teqez pêk bînin, nû dikin.