Desteya Şaredariyan êrîşa li ser Bendava Tişrînê şermezar kir û berxwedanê silav kir

Desteya Şaredariyan a Kantona Firatê destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Bendava Tişrînê gefekî mezin çêdike û wiha got, “Em berxwedana destanî ya şervanan silav dikin.”

Desteya Şaredariyan a Kantona Firatê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser kantona Firatê û hedefgirtina binesaziyê şermezar kir.

Daxuyanî li pêşiya navenda Desteya Şaredariyan a li Kobanê ji aliyê endama Dîwana Desteya Şaredariyan Sêva Bozan ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê hat bi bîr xistin ku 8ˈê Kanûna 2024ˈan bi ketina rejima Esed re dewleta Tirk û çeteyên wê êrisên berfireh li ser herêma Şehba, Til Rifet û Minbicê dan destpêkirin û hate gotin: “Di encamê de bi deh hezaran ji gelê van herêman ji malên xwe derketin û koçber bûn. Bi dehan jin, zarok hatin qetilkirin û hemû saziyên xizmetê hatin hedefgirtin, ji bo jiyana gelê me yên ku li ber xwe didin li hember van êrisan asteng bikin.”

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi êrîşên li ser cihên xizmetguzariyê hate kirin û wiha hate diyarkirin: “Di serî de bendava Tişrînê ya ku xizmeta sed hezaran kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelê herêmê yên dîtir dikir, di encama êrişên berdewam de ji xizmetê derket. Ji ber vê yekî jî bi hezaran kes bê elektrîk û av mane. Bendav di bin tehdîdeke gelekî mezin de ye ku bê rûxandin. Ew jî bi xwe re dê kareseteke mirovî, ekolojîk û aborî derxe holê. Hemû saziyên me yên xizmetgûzeriyê wekî depoya genim, stasyona avê û saredariyên gel hatin bombebarankirin. Herî dawî jî Şaredariya Gel a bajarokê Hûriyê yê kantona Tebqayê hate bombebarankirin.”

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û binesaziya wê, bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember êrişan hatin şeremzarkirin û hate gotin: "Ev bêdengî tê wateya hevkariyê. Li hember hemû kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê hêza QSD û YPJˈê ku destanên dîrokî li bendava Tisrînê û pira Qereqozaqê dinivîsinin. Em berxwedana şervanan silav dikin û di her aliyan de destekê didin wan.”