Li Kantona Firatê cenazeyê 5 şehîdan bi merasîmeke girseyî hatin veşartin
Şêniyên Kantona Firatê bi merasîmeke girseyî 5 cangoriyên azadiyê veşartin û peyama berdewamkirina têkoşînê dan.
Şêniyên Kantona Firatê bi merasîmeke girseyî 5 cangoriyên azadiyê veşartin û peyama berdewamkirina têkoşînê dan.
Bi sedan şêniyên Kantona Firatê cenazeyên şervanên Yekîneya Parastina Jin (YPJ) Berfîn Çem (Arjîn Elî) Ahîn Dilgeş (Şehanz Hemo), şervanên Komandos Fîras Kobanê (Mihemed Elî Mihî), Heqî (Mehmûd Ebdo) û Dilovan Girik (Ferhad Ebdo) ên di dîrokên cuda de li Şehba-Til Rifat û Şêx Meqsûd şehîd bibûn, li Pakrewangeha Şehîd Dîcle bi merasîmeke bi heybet oxir kirin.
Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên şoreşê destpê kir de, endama Meclîsa Leşkerî ya Kobanê Rûken Temo axivî.
‘ŞERVANÊN ME BI BERXWEDANA XWE DÎROK JI NÛ VE DINIVÎSÎNIN’
Temo, pêşî ji bo malbatên şehîdan sersaxî xwest û diyar kir ku demeke dirêje dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bênavber êrîşê herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û wiha got, “Şervanên me îro li hember êrîşên dagirkeriyê bexwedaneke dîrokî raber dikin. Şervanên ku îro di eniyên pêş de li ber xwe didin, dîrokê ji nû ve dinivîsinin. Dewleta Tirk a dagirker bi hemû awayî êrîşî herêmê dike. Lê şervanên me hemû planên dagirkeriyê têk dibin. Divê bê zanîn dagirker wê her tim li hemberî berxwedana şervanên YPJ û QSD’ê têk biçin. Şervanên me hêza xwe ji şehîdan digirin û dê heta dawî li ber xwe bidin.”
‘EM Ê XWEDÎ LI ŞEHÎDAN DERKEVIN’
Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kantona Firatê Bekir Hec Îsa, jî hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û diyar kir ku ew hêza xwe ji şehîdan digirin û wiha dom kir, “Divê em xwedî li mîrateya şehîdan derkevin. Ji ber ku em bi saya şehîdan em bûn xwedî hêz û vîna herî xurt. Lewra divê em xwedî li şehîdan derkevin.”
Piştre wesîqeya 5 cangoriyên azadiyê ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbata wan hate kirin.
Cenazeya şehîdan bi tilîlî û dirûşmaya “Şehîd Namir in” hatin veşartin.