QSD: Li Til Temirê 9 çete hatin kuştin

QSD’ê ragihand di bersivdayîn şervanên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê ya êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ya li ser Til Temirê de 9 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê têkildarî êrîşan ev agahî parve kir:

“12’ê Sibatê artêşa dagirker û çeteyên wê ji derdora gundên Erîşa, Qasimiyê û Dawudiyê xwestin êrîş bibin li ser bajaroka Til Temir.

Meclisa Leşkerî ya Til Temir bersiv da wan êrîşan. Di şer de bi qasî hate  zelalkirin 9 çeteyên dagirker hatine kuştin.”