QSD: Heta ku kampa Holê bi ewletir dibe, em ê bixebitin

QSD’ê hûrgiliyên qonaxa sêyemîn a ‘Operasyona Mirovî û Ewlehiyê’ parve kir û ragihand ku heta niha 37 çeteyên DAÎŞ’ê hatine girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derbarê hûrgiliyên li ser qonaxa sêyemîn a ‘Operasyona Mirovî û Ewlehiyê’ de ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD’ê û YPJ’ê di 27’ê Çileyê de daye destpêkirin daxuyaniyek da.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Hêzên operasyona hevbeş (Hêzên Ewlekariya Hundirîn-QSD’ê –YPJ’ê) ji bo paqijkirina Kampa Holê ji şaneyên DAÎŞ’ê yên terorîst, ji bo pêşîlêgirtina fikrên wan ên tundraw di pêşerojê de qonaxa sêyemîn a ‘Operasyona Mirovî û Ewlehiyê’ da destpêkirin.

ÇEK Û CEBILXANEYÊN HATIN DESTESERKIRIN

Rojê yekê ya operasyonê serketî bû; 21 endamên şaneyên DAÎŞ’ê hatin girtin, made û alavên terorî hatin desteserkirin. Ev tişt aşkera dikin ku pêdivî bi destpêkirina qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlheiyê hebû û dema destpêkirina wê jî da ku gefên terorê li hundirê kampê têk bibin. Ev jî dê herêmeke herî ewle li rojhilatê Sûriyeyê deverên din ên cîhanê peyda bike.

Di operasyonê de gelek alav û madeyên teqemeniyê, mayîn, bombe û tunel hatin dîtin. Ev careke din teqez dike ku ev hemû alav li gelek endamên DAÎŞ’ê hene da ku êrîşên xwe yên terorîst pêk bînin. Lê hêzên me dê bi ser endamên wan şaneyên wê yên terorîst de bigirin û nehêlin îdeolojiya wan a gendel belav be.

Di rojên duyemîn û sêyemîn de hêzan bi dehan endamên terorîst girtin, her wiha miqdareke mezin ji çek û cebilxaneyê desteser kirin; kemer teqandinê ji bo êrîşên terorîst ên mezin.

Piştî sekinandina bi çend saetan a xebata hêzên hevbeş li hundirê kampê dîsa xebata lêgerîn û paqijkirinê berdewam kir. Di rojên borî de herêm careke din hate paqijkirin û bi awayekî mezin serket. Me di wê lêgerînê de çekên hatine biaxkirin li hundirê kampê yên ji bo piştgiriya terorîstên DAÎŞ’î dîtin, li kêleka wê jî cebilxane û bombeyên destan jî hatin dîtin. Van madeyên hatine dîtin, sedema yekê ye ku ev operasyon were destpêkirin.

37 ÇETE HATIN GIRTIN

Weke bîlançoya destpêkê ya 7 rojan, hêzên operasyonê 37 terorîst ji şaneyên rêxistina DAÎŞ’ê girtin, mayîn û çek desteser kirin, her wiha gelek tunelên ji bo veşartina endam û çekan jî hatin dîtin.

Ji bo serketina operasyonê û bidawîkirina xeteriyê li ser welatiyan, hêzên operasyonê nuqteyeke ewle ji bo bicihkirina niştecihan di dirêjahiya xebatên lêgerîn û paqijkirinê de ava kir, ruxmî banga rêveberiya kampê li rêxistinên nehikumî ku konan bînin da ku bi awayekî demkî wan niştecihan li wan bi cih bikin heta operasyona lêgerînê bi dawî dibe, lê wan rêxistina bi rola xwe ranebûn. Em vekirî bibêjin rêxistinên nehikumî ji rêveberiya kampê û niştecihên wê re tu desteka guncaw pêşkêş nekir.

Em rê nadin terorîstan ku ewlehî û îstîqrara kampê û niştecihên wê bixin xeteriyê û tevlihev bikin. Her wiha operasyon li hundirê kampê bi awayekî ewlehî pêk tê û tu gefan li ser tu civakeke din naxwe. Em rê nadin tundrawiyê û nahêlin rêxistina DAÎŞ’ê îdeolojiya xwe ya derewîn li herêmê û cîhanê belav bike. Heta Kampa Holê û deverên din ên cîhanê bi ewletir bin, em di xebatên xwe de dewam dikin."