QSD encamên 24 saetên dawî eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê encamên 24 saetên dawî yên êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir.

QSD’ê ragihand ku êrîşên dagirkeriyê didomin û dagirker hewl didin qadên nû dagir bikin. QSD’ê ev agahî parve kir :

„Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên bi ser ve li seranserê herêmê tevgera xwe ya dagirkeriyê domandin. Komên çete bi armanca dagirkirina qadên nû li gelek herêman êrîş pêk anîn.

EBU RASEN

Artêşa dagirker û komên çete li gundên Ing el-Hewa û Ebdilhey bi çekên giran êrîş birin ser qadên sîvîlan û hewl dan herêmên nû dagir bikin. Herwiha tevgera balafirên bê mirov yên artêşa dagirker jî bênavbe berdewam kir.

TIL TEMIR

Artêşa dagirker bi çekên giran, obus û hawanan gundên Til Menax, Ûm el-Kêf û Til Tewil bi awayekî dijwar bombebaran kir. Herwiha tevgera balafirên bê mirov yên artêşa dagirker jî li herêmê berdewam bû.

EYN ÎSA

Artêşa dagirker û hêzên Rûsî, piştî ku li depoyên genim yên Şêrgirakê dewriyeyek hevpar avêtin, artêşa dagirker bi hejmarek zêde çeteyên xwe, tank, top û çekên giran depoyên genim dagir kir.

Di encama êrîşên artêşa dagirker û komên çete yên bi obus, tank, çekên giran û balafirên bê mirov de bi giştî 2 hevalên me brîndar bûn.”