QSD'ê ragihand ku şervanekî wan li Dirbêsiyê şehîd bûye

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku di êrişeke hewayî ya droneya dewleta Tirk a dagirker de şervanê wan Mİhemed Aydin (Rojvan) şehîd bûye.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) îro daxuyanî da raya giştî, tê de şehîd Mihemed Aydin (Rojvan) bi bîr anî û got: “Em soz didin şehîd Rojvan ku tola wî hilînin. Wê tolhildana me wekî fedakarî û lehengiya wî mezin be.”

QSD`ê di daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide destkeftiyên gelên herêmê têk bibe yên ku bi saya fedekariyên şehîdan hatine bidestxistin. Ji ber wê êrişî herêmê dike û hemû cureyên çekan û di nav de yên qedexekirî bi kar tîne.

QSD`ê eşkere kir ku 9`ê Nîsanê balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker baregeheke Hêzên Parastina Sînor li Dirbêsiyê kir hedef û di encamê de hevrêyê wan Mihemed Aydin (Rojvan) şehîd bû.

QSD`ê di daxuyaniya xwe de sersaxî da malbata şehîd û soza berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna armancên şehîdan da.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Rojvan Wan
Nav û Paşnav: Mihemed Aydin
Navê Dayîkê: Fatime
Navê Bav: Qitbedîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Dirbêsiyê, 9`ê Nîsana 2022'an