QSD: Dewleta Tirk hewldide îstîqrar û ewlekariyê têk bide

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di civînekê de êrişên dagirkeriya Tirk nîqaş kir. Fermandariyê diyar kir ku armancê êrişan têkdana îstîqrar û ewlekariyê ye û ew wan gefên dagirkeriyê cidî digirin.

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), têkildarî rewşa siyasî û leşkerî di civînê de teqezî li ser berdewamkirina têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ`ê yên veşartî û yên bitevger, zêdekirina operasyonên leşkerî ji bo şopandina wan şaneyan û rêgirtina li ber derbkirina îstiqrara herêmê, hate kirin.

Li gorî malperê di civînê de hate diyarkirin ku li kêleka operasyonên leşkerî, ji bo têkoşîna li dijî fikrên tundraw divê projeyên geşkirinê û aboriyê li herêmê werin pêşxistin, ku şerê li dijî DAIŞ`ê bandoreke yekser li herêmê kir.

Malpera QSD’ê her wiha ev agahî dan: “Di civînê de gefên domdar ên dewleta Tirk a dagirker, provokasyonên wê li xeta sînor, bi taybet li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, operasyonên wê yên leşkerî û hedefgirtina sivîlan bi balafirên bêmirov, her wiha topbarana li ser gundên sînor ên bi sivîlan hatine nîqaşkirin, ku armanc jê têkbirina îstiqrar û ewlehiyê û tirsandina sivîlan û derbkirina projeya Rêveberiya Xweser e. Bi wê yekê rê didin DAIŞ`ê ku vegere û şaneyên xwe ji nû ve bi tevger bike. Di civînê de hate piştrastkirin ku divê gefên dewleta Tirk cidî werin dîtin û divê hemû hêz ji bo bersivdayîna êrişeke nû ya dewleta Tirk a dagirker amade û seferber bin.

Têkildarî helwesta hikumeta Şamê, di civînê de hate gotin ku ev desthilat ji bo çareseriyên siyasî li Sûriyê ne amade ye, berovajî ew gefên dewleta Tirk li dijî xaka Sûriyê, aboriya xirab a gelê Sûriyê ku ew bi xwe sedema wê ye, bi kar tîne. Her wiha hate gotin ku israra desthilata Şamê ya çareserkirina aloziya Sûriyê li gorî mentiqê xwe, dûrî pîvanên objektîf û nîştimanî ye û divê gelê me vê rastiyê bizane û li hemberî vê siyaseta zordariyê bisekine.”

Di civîna QSD`ê de hate destnîşankirin ku Hêzên Sûriya Demokratîk dê bi awayekî xurt bi hemû aliyan re, di nav de Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya, kar bike da ku çareyeke rasteqîn ji aloziya Sûriyê re bibîne ku pêdiviyên hemû beşên siyasî û civakî yên gelê Sûriyê peyda bike.

Têkildarî rewşa rêxistinî ya leşkerî ya hêzên girêdayî QSD`ê, ji bo pêşxistina karê saziyan û xurtkirina sîstema parastinê gelek biryar hatin dayîn.