QSD: Armanca dewleta Tirk xerakirina aramiya herêmê ye

QSD'ê ragihand ku di rewşa hêzên navneteweyî yên li herêmê de guhertineke stratejîk nebûye û diyar kir ku ew gefên Tirkiyeyê yên ji bo xerakirina aramiya herêmê lêkolîn dikin.

Der barê gefên dawî yên Serokkomarê dewleta Tirk de yên li ser êrişên nû li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya QSD'ê de wiha hate gotin:

"Ti guhartinên stratejîk di belavkirina hêzên navnetweyî yên garantor li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tune ye. Germkirina rewşê û nîşandana hêzê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve di çarçoveya hewldanên têkbirina aramiyê de, her wiha armanca dagirkeriyê jinûve zindîkirina DAÎŞ'ê ye.

Hêzên me asta gefên dewleta Tirk ên aktîf û pêşbîn li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lêkolîn dikin û agahiyan bi hêzên navneteweyî yên garantor re parve dikin."