QSD: 4 çeteyên DAÎŞ'ê yên li kampê komkujî dikirin, hatin girtin

QSD'ê ragihand ku 4 çeteyên DAÎŞ'ê yên li kampa Holê komkujî dikirin, hatin girtin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşand û ragihand ku 4 çeteyên DAÎŞ'ê yên Iraqî li kampa Holê hatine girtin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku van çeteyan li kampa Holê bi plan komkujî dikirin.

Daxuyaniya QSD'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Hêzên me li kampa Holê ya li rojavayê Hesekê, 4 çeteyên DAIŞ'ê ku plan û kuştina 3 sivîlan ku yek ji wan jin bû, pêk anîbûn, girtin û lêpirsîn bi wan re kirin.

Her çar çete ji Iraqê ne û piştî têkbirina DAIŞ'ê ya li Baxozê di nava sivîlan de xwe gihandibû kampê û dest bi birêxistinkirina xwe kiribû.

Li gorî îtîrafên çeteyan, wan perspektîfên xwe ji serçeteyên derve digirt ku bi rêya hejmarên telefonan ên Tirkiyeyê xwe digihandin hucreyên razayî yên hundirê kampê. Naveroka perspektîfên serçeteyan ew bû ku divê niştecihên kampê tev li dersên ku teşwîqa terorê dike, bibin û kesên wan perspektîfan pêk neynin, divê werin cezakirin.

Li gorî çeteyên hatin girtin, gelek şêwazên cezakirina kesên ku nerazîbûn li hember wan nîşan didin, hene lê yên herî li pêş kuştin û serjêkirin bû.

Çeteyan ragihand ku hemleya dawî ya hêzên ewlekariya hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk rê li ber gelek bûyerên terorî ên ku hucreyên çeteyan bi alîkariya jinên DAIŞ'ê yên dixwestin di hundirê Kampê de pêk bînin, girt."