QSD: 2 serçete hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku 2 serçeteyên DAÎŞ'ê yên amadekarî ji êrîşekê re dikirin hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê yên Hêzên SûriyEYa Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got: "Yekîneyên me yên li dijî terorê vê sibehê li gundewarên Dêra Zorê operasyoneke ewlehiyê li dijî şaneyeke veşartî ya DAÎŞ'ê kriin."

Di daxuyaniya QSD'ê ev tişt hate gotin: "Yekîneyên me, endamên şaneya terorîst dorpêç kirin û ji wan re got xwe radest bikin. Lê wan gule li şervanên me reşandin, hêzên me jî bersiv da û pevçûn çêbû. Di encamê de 2 serçeteyên ji şaneya terorîst hatin kuştin."

Li gorî agahiyên ku QSD’ê li ser şaneyê kom kirine, şaneyê amadekariya êrîşên li dijî Hesekê û gundewarên wê dikir.