Qeyûm kete rojeva Parlamenta Swîsreyê

Parlamenterên Partiya Sosyalîst tayînkirina qeyûman li şaredariyên HDP'î xistin rojeva Parlamenta Neteweyî ya Swîsreyê û li dijî Tirkiyeyê daxwaza pêkanînan kirin. Wezîrê Karên Derve jî diyar kir ku wê şopdarên vê mijarê bin.

Nerazîbûna li dijî desteserkirina şaredariyên HDP'î didome. Parlamenterên Parlamenta Neteweyî yên Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) Carlo Sommarûga û Claûdîa Frîedl pêşnûmeyek pêşkêşî Parlamenta Neteweyî ya Swîsreyê kirin. Parlamenteran bla kişandin ser desteserkirina şaredariyên HDP'î û ji Konseya Federal a Swîsreyê xwest ku li dijî Tirkiyeyê pêkanînan bixe meriyetê.

'SWÎSRE ÇIMA NERAZÎBÛNA XWE BI RAYA GIŞTÎ RE PARVE NAKE?'

Parlamenter Claûdîa Frîedl bi bîr xist ku şaredarên Wan, Amed û Mêrdînê yên HDP'î bi rengekî nehiqûqî ji wezîfeyê hatin dûrxistin, li şûna wan qeyûmên ku ji aliyê Erdogan ve hatin destnîşankirin hatin tayînkirin û ji hikumeta Swîsreyê pirsî ku helwesta xwe ya li dijî vê yekê wê çi be.

Ji bo bersivê bide ev pirs li Wezîrê Karên Derve kir:

"Gelo Konseya Federal vê bêhiqûqiyê nîqaş dike, eger nîqaş dike herî dawî kengî xist rojeva xwe?

Swîsre ji bo zextê li Tirkiyeyê bike li benda çi ye? Çima nerazîbûna xwe ya li pêşberî vê rewşê bi raya giştî re parve nake?"

'HELWESTA LI DIJÎ BÊHIQÛQIYÊ ÇI YE?'

Parlamenterê Parlamenta Neteweyî Carlo Sommarûga jî di pêşnûmeya xwe de ya ji bo Konseya Federal desteserkirina şaredariyên HDP'î û cezakirina Seroka CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû bi bîr xist.

Sommarûga destnîşan kir ku divê Swîsre li dijî vê bêhiqûqiya hikumeta Erdogan helwestê nîşan bide û ji Konseya Federal xwest ku bersiva van pirsan bide:

"Helwesta Konseya Federal a li dijî vê bêhiqûqiyê çi ye?

Konseya Federal ji bo parastin û pêşvebirina demokrasiya li Tirkiyeyê çi dike?

Li gorî daneyên Sekreteriya Koçê ya Swîsreyê hejmara mirovên ji Tirkiyeyê hatine û serlêdana penaberiyê kirine vê salê gelekî zêde bûye. Ev yek nîşan dide ku pirsgirêkên navxweyî yên li Tirkiyeyê bandorê li me dike. Gelo Konseya Federal divê careke din hîn bi baldarî bi Tirkiyeyê re neaxive?"

WEZÎRÊ KARÊN DERVE: EM MIJARÊ DIŞOPÎNIN

Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê Îgnazo Cassîs bi rengekî devkî bersiv da pirsên parlamenterên SP'î û anî ziman, dûrxistina ji wezîfeyê ya şaredaran ji bo wan cihê fikarane. Cassîs diyar kir ku ew mijarê ji nêz ve dişopînin. Wezîr anî ziman ku wan bi Sefaretxaneya Bilind a Swîsreyê ya li Enqereyê re mijara şaredaran nirxandine û got, "Swîsre bi rengekî bi rêk û pêk bang li Tirkiyeyê dike ku li gorî serweriya hiqûqê, pîvanên hiqûqa gerdûnî û berpirsyariyên xwe yên navneteweyî tevbigere, hurmetê nîşanî wan bide. Konseya Federal gelekî girîng dibîne ku hikumeta Tirk bi hurmeta li mafên mirovan û demokrasiyê tevbigere."