Pêngava ciwanên PYD hîna li Kobanê berdewame

Ciwanên PYD’ê bi dirûşmeya "Civakeke paqij welatekî paqij ava dike” îro li saziya xwe ya li Kobanê cîvînek lidarxist. Biryara domandina pêngavê hat dayin.

Pêngava ciwanên PYD’ê ya ku di 18’ê Adarê de hatiye destpêkirin, îro jî li Navçeya Kobanê dest bi civînekê hat destpêkirin. Civîn ji aliyê endamê Rêveberiya Ciwanan a Herêma Firatê Mustefa Mihemed Sidîq ve hat rêvebirin. Bandora heyberên hişbir ya li ser ciwanan û avakirina civakeke paqij ji aliyê fikir û paqijiya heyî weke rojevên sereke yên civînê hatin diyarkirin.

Civîn bi deqeyekê rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên rêya azadiyê hat destpêkirin.

Piştre rewşa siyasî ji aliyê endma Rêveberiya PYD ya Kantona Kobanê Nesra Derwêş ve hat şîrovekirin. Nesra bal kişand li ser şerê taybet ê ku dihêlin ciwanan di temenekê biçûk de fêrî tiştên bêexlaqî wek madeyên hişbir dikin û behsa bandora wê ya li ser ciwanan kir.

Nesre her wiha qala polîtîkaya ambargo û birçîkirinê ku li Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Şehbayê ji aliyê rejîma Şamê ve tê ferzkirin û armancên wê kir. Civîn piştî nirxandina rewşa siyasî bi nîqaş û nirxandinên derbarê pêngavê û girîngiya wê dom kir.

Beriya ku civîn bidawî bibe, weke komîteyeke şopandinê li Navçeya Kobanê hat avakirin. Komîte ji du kesan pêk tê ku Bêrîvan Şefqet û Zozan Xelîl hatin ji bo vê hatin hilbijartin.  

Her wiha li ser navê Ciwanên PYD’ê Masîro axivî û got me va pêngav di 18’ê Adarê de ji bo avakirina civakeke paqij ji her milî ve daye destpêkirin. Masîro bal kişand li ser bandora heyberên hişbir li ser ciwana û got “Ji bo civakek paqij û dûrxistina ciwanan ji heyberên hişbir me ev Pêngav dest pê kir.”

Masîro diyar kir ku ev pêngav li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê were berdewamkirin û got, “Wê pêngav heyvekê dirêj bike da ku bighêjin armanca xwe ku ew jî avakirina civakeke paqij bi her awayî ye.”

Masîro di dawiyê de got “Wê civîn li her derê, li hemû saziyên sivîl û leşkerî werin lidarxistin.”