Pênc fermandar, pênc jinên wêrek

Ger mirov li dîroka gelê Kurd binêrin wê bê dîtin ku jinên serhildêr û berxwedêr bi pêşengiya xwe bûne sembolên jîna azad.

Di dîroka mirovahiyê de jinên berxwedêr her tim bûne pêşeng û sembol ji jin û gelên bindest re. Her kêliya jiyana xwe ji bo azadiyê, ji bo mafê jin û gelan mîna mûmekê dihelînin. Ger em li dîroka gelê Kurd binêrin em ê bi eşkere bibînin jinên serhildêr û berxwedêr bi pêşengiya xwe bûne sembolên jîna azad. Dema mijar dibe şoreşa Bakûr ûj Rojhilatê Sûriyeyê, em rastî jinên çeleng tên ku navên xwe li dîrokê bi tîpên zêrîn, bi hezkirina welat, hesreta azadiyê, bi eşq û evînek mezin berê xwe dane azadiyê. Di şerê berxwedana Rûmetê de jî jinên mîna Zîn Kobanê, Ronahî Gewda, Nêrgiz Şewîş, Zeynep Amed, Nûpelda Bagok û bi sedan şervanên YPJ’ê bi qehremaniyeke bê hempa şer kirin, destanên lehengiyê nivîsandin.

Fermandara YPJ’ê Zîn Kobanê ku di 13’ê Cotmeha 2019’an de li bajarê Silûkê bi lehengiyek mezin tevlî karwanê şehîdan bû, yek ji damezrînerên artêşbûna YPJ’ê ye. Fermandar Zîn ji destpêka şoreşê heya kêliya ku di bajarokê Silûkê de li dijî hewldanên dagirkeriyê şer kir, bû mînaka fermandariya demê ya ku her kêliya jiyan û şerê azadiyê de di eniyên pêş de ji bo parastina gel û axê bû mîna mertaleke zindî. Zîn Kobanê di hevpeyvîneke xwe de wiha dibêje: “Armanca min a beşdarbûna nava refên YPJ’ê, şoreşa ku destpêkirî bi keda Rêber Apo ku bi salane dide, bigihînim serfiraziyê.”

Fermandara YPJ’ê Ronahî Gewda ku di dîroka 11’ê Cotmeha 2019’an de bi pêşengiya xwe ya dîrokî bi eşqa azadiyê re kir yek, heta kêliya xwe ya dawî tevî şervanên xwe li ber xwe da. Armanca xwe ya hatina Rojavayê Kurdistanê jî wiha bilêv dike: “Ez jî weke şervaneke azadiyê dixwazim di nava vê tekoşîna ku tê dayîn, di nava şoreşa ku ber bi mezinbûnê ve diçe, bibim xwedî ked. Ji keda Serokatî re bibim bersivek û xwedî li destkeftiyên şoreşê yên hatine bidestxistin derkevim.”

Fermandara YPJ’ê Zeynep Amed ku di dîroka 17’ê Cotmeha 2019’an de li bajarê Serêkaniyê heta henaseya xwe ya dawî li ber xwe da û tevlî karwanên nemiran bû, di hevpeyvîna xwe ya dawî de wiha dibêje: “ Îroj roja hebûn û tunebûnê ye, an em ê heta dawiyê li ber xwe bidin hebûna xwe biparêzin û bigihêjin serkeftinê, yan jî rêyek cuda li pêşiya me nîne.”

Fermandarên YPJ’ê Nûpelda Bagok û Nêrgiz Şewîş ku ew jî di heman mehê de ango di Cotmeha 2019’an li navçeya Tilhelef a girêdayî bajarê Serêkaniyê tevî şervanên xwe destanên lehengiyê nivîsandin, bi berxwedaniyeke bê hempa, bi wê rûkeniya li ser rûçikên xwe, di hafizeyan de hatin neqişandin.

Îro bi hezaran rêhevalên wan bi rihê berxwedana jinên serhildêr, bi vînek mezin li ser şopa fermandarên YPJ’ê yên mîna Zîn Kobanê, Ronahî Gewda, Zeynep Amed, Nûpelda Bagok û Nêrgizan li hember dagirkerî, faşîzim û destdirêjiya çeteyên dewleta Tirk a dagirker, xaka Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê diparêzin.