Koordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) li ser sûîqesta artêşa Tirk a 15'ê Tebaxê ya li Şengalê ku di encamê de Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî û endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zekî Şengalî şehîd bû daxuyaniyek da. YCR’ê bang li hemû ciwanan kir ku li hemberî faşîzma dewleta Tirk û îxaneta PDK’ê serî hildin û ji bo tolhildana Zekî Şengalî dakevin qadan.
Kordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojava daxuyaniya xwe wiha domand:
ERKÊ MEZIN DIKEVE SER MILÊ CIWANAN
‘’Îro bi destê rejima faşîst ya AKP-MHP û hevkarê wê PDK’ê dîsa plansaziyên qirej li ser axa pîroz ya Şengal tên kirin û re li ber komkujî û fermanên nû ten vekirin. Ji ber vê erkek pir girîng dikeve ser milê ciwanên şoreşger. Erka me ew e ku em bênavber ji bo civaka xwe ê Êzidî û parastina axa Şengalê bi riuhê ‘Serî hilde’ dakevin kolanan û tekevin nava çalakiyan.
DICÊ CIWAN LI HEMBER ÎXANETÊ RAWEST E
Wek li Şengalê, li Başûrê Kurdistanê jî metirsiyeke mezin li ser gelê me heye. PDK a ku dema êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Şengalê civaka Êzidî bi tenê hişt, niha jî Êzidiyan di nava lepên dewleta Tirk a dagirker a ku xwediyê çeteyan e, dihêle. Dîrok dîsa xiyanetê dinivîsîne. Pêwîste herî zede ciwanên Kurd hemberî îxanetê bisekine û rê ne de lîstokên qirêj yên PDK’ê.
EM Ê HESAB JI DEWLETA FAŞÎST BIXWAZIN
Dewleta faşîst ya Tirk bi qetlîam û sûîkastên xwe nîşan dide ku têkçûyina wê nêze. Ciwanên Şoreşger, gelê me û tevgera me li hember tu êrîşan serê xwe natewine û bi têkoşînek hin mezintir ber bi azadiya xwe dimeşin. Em disa soza tolhildana şehîd Zekî Şengalî û hemû şehîdên Şoreşê didin û em ê bi têkoşîna xwe hesap ji van dewleta faşîst ya Tirk û hevkarê wê PDK’ê bipirsin.‘’