Operasyona Reqayê: 26 kes tevî çekên xwe hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li başûrê Reqayê pêngavek berfireh da destpêkirin û di pêngavê de 26 kesên ku bi sûcên cuda lêgerîna wan hebû, tevî çek û amûran hatin girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li tevahî gundewarên başûrê Kantona Reqayê pêngavek berifeh dane destpêkirin û wiha hat gotin: “Pêngavli hemû gundên gundewarên başûrê Reqayê ku ji Kesra dest pê dike heta gundê El Delha bi dawî dibe, pêk hat û hemû beşên tê de asayîşê beşdar bûn.”

Di daxuyaniyê de bi domdarî wiha hate gotin: “Hêzên operasyonê ev pêngav bi hewlên dijwar ji bo komkirin û lêgerîna li kesên ji bo qanûnê tên xwastin û yên ku xwe veşartibûn bi rê ve birin. Di pêngavê de 26 kesên ku bi bi sûcên cuda lêgerîna wan hebû, hatin girtin.

Di nava van kesên ku dihatin xwestin de, 3 bazirganên sereke yên madeyên hişberiyê ku zêdetirî 2 saetan bi hêzên operasyonê re ketibûn pevçûnê, hatin girtin. Lê hişyarî û plansaziya baş a hêzên me nehişt ku yek ji wan birevin û di pevçûnan de ti ziyan negihiştin endamên hêzên me.”

Çek û amûrên di operasyonê de hatine desteserkirin wiha hatin rêzkirin:

10 tivingên nêçîrê

10 çekên kilaşînkov ên normal

40 tivingên bombekşinê

12 damance

2 tivingên birno

26 cercûrên kilaşînkovê

90 mermiyên kilaşînkovê

2 narincok

3 cercûrên damanceyê

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku xebatên hêzên ewlehiyê yên ji bo aramî û ewlehiya civakê dê bi biryardarî bidome.