Operasyona Ewlehiya Domdar di qonaxa duyemîn de ye

Operasyona Ewlehiya Domdar derbasî qonaxa duyemîn bû. Di çarçoveya operasyonê de hin herêm hatin paqijkirin û gelek çete hatin girtin.

OPERASYONA EWLEKARIYÊ

Hêzên Operasyona Ewlehiya Domdar di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku piraniya armancên operasyonê di roja duyemîn de pêk hatin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin di qonaxa yekemîn de xeta ji Holê heya sînorê Iraqê, xeta Holê ya ber bi Til Hemîsê ve, her wiha devera Hol a ber bi Hesekê, Şedadê û Erîşeyê ve hatin paqijkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku "7 çeteyên din ên DAIŞˈê hatin girtin. Bi vê yekê hejmara çeteyên ku di 2 rojên pêşîn ên operasyonê de hatine girtin bû 47. Her wiha miqdareke mezin a çekan hatin desteserkirin."

Nûçegihanê me yê ku operasyonê dişopîne, ragihand ku operasyona vê sibehê bi lêgerîn û paqijkirina beşa “Muhacîrat” a kampê dest pê kiriye.