Newroz Ehmed: Di serdema nû de em ê xurtir bin-NÛ BÛ

Endama Fermandariya QSD’ê Newroz Ehmed diyar kir ku ew ê destkefiyên xwe biparêzin û bêtir bi awayê profesyonel tevbigerin. Hevseroka MSD’ê Emîne Omer jî meclîsên leşkerî pîroz kir.

Li Hesekê civîna bi slogana ‘Ji qedandina terorê heta avakirina îstîkrarê’ ya pêkhateyên QSD’ê didome.

EHMED: EM Ê PROFESYONELTIR TEVBIGERIN

Endama Fermandariya QSD’ê Newroz Ehmed li ser navê YPJ’ê axivî û got  “Têkoşîneke 8 salan li hember hemû hêz û komên çete hate dayîn û êdî ketiye qonaxeke nû ku gelek deskeftî bi dest ve anîn. Di pêvajoya herî xeternak de şervanên YPJ’ê têkoşîneke bêhempa da meşandin. Pêvajoya ku niha em tê re derbas dibin jî, wê YPJ zêdetir bi erkên xwe rabe.”

Newroz Ehmed axaftina xwe wiha pê de bir: “Bi yekitiya hemû pêkhateyan û hêza jinan destkeftiyên dîrokî hatin bidestxistin. Ev deskeftî wê heya dawiyê bên parastin jî. Ji bo wê hêzên me wê xwe zêdetir perwerde bikin û profesyoneltir tevbigerin da ku ev xetereyên li ser me bi hev re em bi dawî bikin û li Sûriyeyeke demokratîk bijîn. Helwesta me YPJ diyar e, heya dawiyê em ê bi erka xwe rabin. Azadiya me jinan, azadiya civakê ye. Têkoşîna me wê her berdewam bike.”

OMER: GELÊ HERÊMÊ BI QSD’Ê BAWER E

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Emîna Omar jî meclîsên leşkerî pîroz kir yên ku hatine avakirin û got: “Hêzên me yên leşkerî, em bawer in ku vê qonaxa nû jî bi serkeftineke mezin derbas bikin. Hêza QSD’ê ji bo gelê herêmê cihê baweriyê ye. Ji ber ku hêzeke wekî DAIŞ’ê têk bir.”

FERMANDARÊ KOALÎSYONÊ: PIŞTGIRIYA ME WÊ BIDOME

Cîgirê berpirsê Fermandariya Hevbeş a Operasyona Ezm El-Selib û berpirsê Hêzên Koalîsyonê li Sûriyê general Nicholas Pont di civîna salane ya QSD`ê de axivî.

Pont di axaftina xwe de şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi bîr anîn û spasiya QSD`ê kir ji bo keda ku li dijî çeteyên DAÎŞ`ê ku bi awayekî mezin kêm bûye, dide.

Nicholas Pont got Koalîsyona Navneteweyî dê destekdayîna QSD`ê dewam bike û ew ê bi awayekî domdar hêzan perwerde bike.

Civîna salane ya pekhateyên QSD'ê ku vê sibê li bajarê Hesekê ya Herêma Cizîrê destpê kir, ji çapemeniyê re girtî didome.