Newroz Ehmed: 285 şane hatin têkbirin, 2323 çete hatin girtin

Ji Fermandarên Giştî yên QSD'ê Newroz Ehmed got, piştî rizgarkirina Baxozê têkoşîn bi asteke nû dewam kir û diyar kir, zêdeyî 285 şaneyên razayî hatin têkbirin, 397 jê mirî 2323 çeteyên DAÎŞ'ê hatin bidestxistin.

Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed salvegera 4'an a serketina li Baxozê, têkoşîna nû ya li dijî DAÎŞ'ê û encamên wê ji ANF'ê re nirxand.

Newroz Ehmed diyar kir ku ew di demeke girîng de ne û got, "Ji ber ku di vê demê de xîlafeta DAÎŞ'ê hate bidawîkirin. Ev yek bi saya gelê me yê herêmê hate kirin ku gelek êrîşên giran lê hate kirin û windahiyên mezin da. Ev serketina ku di biharê de hate bidestxistin bihareke nû afirand. Ji bo cîhanê rojeke gelekî girîng bû. Ev serketin ne tenê ya gelê herêmê bû. Ji ber ku DAÎŞ li ser tevahiya cîhanê metirsî bû. Bêguman di rojeke bi vî rengî ed em şehîdên xwe careke din bi bîr tînin ku têkoşîneke bêhempa ji bo vê serketinê meşandin.

Bi Baxozê re ev 'dewleta xîlafetê' bi dawî bû. Me berê jî diyar kiribû ku ev fikir hîn dewam dike. Di heman demê de DAÎŞ'ê bandor li ser gelek welatan û gelek mirovan kiribû. Şaneyên razayî yên DAÎŞ'ê li herêmê hîn jî hene. Piştî Baxozê ketin nava sivîlan û xwe veşartin. Her wiha alîgirên wan jî hebûn. Ji ber vê me diyar kiribû ku operasyonên li hemberî şaneyên veşartî yên DAÎŞ'ê wê dewam bikin. Di vê çarçoveyê de jî gelek serketinên mezin hatin bidestxistin. Piştî Baxozê gelek serçete hatin girtin ku şane bi rê ve dibirin û operasyonên me hîn jî dewam dikin."

Newroz Ehmed anî ziman ku di salên derbasbûyî de li hemberî şaneyên veşartî li herêmê operasyonê berfireh hatin kirin, li hin deveran êrîşên DAÎŞ'ê hatin astengkirin û got, "Ji Baxozê û vir ve têkoşîna me qet nesekinî û bi rêbazên cuda dewam kir. Di nava van salan de bîlançoya têkoşîna me vê yekê radixe pêş çavan. Xetere hîn bi dawî nebûye, DAÎŞ hewl dide li herêmê xwe ji nû ve bi rêxistin bike, êrîşên girtî û malbatên DAÎŞ'î têne birêxistinkirin. Ji bo kontrola van herêman kar û têkoşîneke mezin tê kirin. Bi pêşengiya hêzên me yên îstîxbaratê QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkoşîneke hevpar dimeşînin.

Li gorî agahiyên îstîxbaratê yên ketin destê me li dijî rêxistiniya DAÎŞ'ê li Kampa Holê, Til Berak, Til Hemîs, Reqa, Dêrazor, Tebqa, Sirîn û gelek herêmên din bi dehan operasyon hatin kirin. Bi taybetî piştî êrîşên li ser Serêkaniyê û Girê Spî, mîna êrîşên li ser Girtîgehên Reqa û Sînaa ya Hesekê çeteyên DAÎŞ'ê gelek êrîşên mezin li herêmê kirin. Di vê demê de DAÎŞ'ê 352 êrîşên terorî kir. Di encama operasyonan de yên bi Koalîsyona Navneteweyî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hatin kirin, 397 jê mirî 2323 çete hatin bidestxistin. Lêpirsîna çeteyên hatine girtin hîn jî dewam dike."

Newroz Ehmed ragihand ku bi operasyonên dawî re hejmara çeteyên DAÎŞ'ê yên li herêmên wan hatine girtin di ser 10 hezar kesî re ye û wiha dewam kir, "Çeteyên li Baxozê hatin girtin hîn jî li gel me ne. Ji 60 welatî girtî hene. Li ser agahiyên têkildarî hewldanên ji bo revandina çeteyên DAÎŞ'ê yên girtî û jinûve birêxistinkirina DAÎŞ'ê di sala 2023'an gelek operasyonên girîng hatin kirin.

Barê herî giran ê li ser milê me QSD û Rêveberiya Xweser, DAÎŞ'iyên girtî ne. Ji ber ku girtîgehên li herêmê mîna berê xurt nîne û di rewşa heyî de girtî li herêmê hatine belavkirin. Lêçûnên ji ber tenduristî, kinc, ewlekarî û hwd. ên DAÎŞ'iyên girtî ji me re hatine hiştin. Koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê tenê ji sedî 10 ê vî barî radike, yên din hemû ji me re hatine hiştin. Saziyên navneteweyî bi taybetî piştî êrîşa li ser Girtîgeha Sînaayê hatibin herêmê jî piştgiriya wan a heyî gelekî kêm e. Ya ku divê bê kirin ew e ku her welat welatiyên xwe bibin welatê xwe. Lê belê ev gelekî kêm pêk hat. Darizandina çeteyên DAÎŞ'ê li herêmê karekî hêsan nîne, divê dadgeheke navneteweyî bê avakirin. Lê belê di vê mijarê de gavek nehate avêtin. Piraniya DAÎŞ'iyên girtî û malbatên wan ji Iraqê ne. Ji bo şandina DAÎŞ'iyan bi hikumeta Iraqê re danûstandin hatin kirin, lê belê ev kar gelekî giran dimeşe. Li gorî rewşa herêma me ev girtî barekî giran e. Ji ber ku herêma me timî bi balafiran û topan tê bombekirin. Em vî barê girtiyan bi tena serê xwe nikarin rakin. Ji bo tevahiya cîhanê metirsiyeke."

Newroz Ehmed destnîşan kir ku ji bo DAÎŞ bi temamî ji holê bê rakirin têkoşîneke xurt a hevpar li gel Koalîsyona Navneteweyî tê meşandin û bal kişand ser astengiya dewleta Tirk a li pêşiya vê têkoşînê.

Di vê der barê de Newroz Ehmed got, "Mînaka herî şênber a vê yekê ew e ku lîderê DAÎŞ'ê Ebûbekir Bagdadî li ser sînorê Tirkiyeyê li herêmeke di bin kontrola Tirkiyeyê de hate kuştin. Her kes bi hevkariya dewleta Tirk a bi DAÎŞ'ê re zane. Çeteyên ku me ew girtin, di lêpirsînê de mikur hatin ku li Tirkiyeyê hatine perwerdekirin û ji aliyê îstîxbarata Tirk ve hatine şandin. Fermana xwe ji dewleta Tirk werdigirin. Eşkere ye ku li herêmên dagirkirî, çeteyên DAÎŞ'ê bi navên cuda tevdigerin.

Li herêmên dagirkirî bûyerên revandinê, kuştinê li hemberî civakê dikin. Kiryarên li dijî jinan dikin ji yên fikrê DAÎŞ'ê cuda nînin. QSD ji bo tevahiya Sûriyeyê û gelan têdikoşe, lewma yek ji wezîfeyên xwe yên sereke rizgarkirina herêmên dagirkirî ye. Ji bo herêmên dagirkirî bêne rizgarkirin û gelê me karibe bi hêsanî li xaka xwe vegere karên leşkerî jî di nav de ji gelek aliyan ve karê me dewam dikin."