Navên 12 kesên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan

12 kesên ku di şewata li Amed û Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin.

12 KESÊN KU DI ŞEWATÊ DE JIYANA XWE JI DEST DAN

Kesên di şewata li navçeya Çinar a Amedê û Şemrex a Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dan, hatin derfinkirin. Li navçeya Çinarê 3 û li Şemrexê jî 9 kes hatin definkirin.

Li gundê Kelekê Rezan Yilmaz, Azat Yilmaz, Mazher Demîr, Nûrî Demîr, Taliha Demîr, Hasan Demîr, Şeyhmûs Demîr, Resûl Yilmaz, Sînan Devîren hatin definkirin li gundê Helberê İsmil Yardim û li gundê Tobiniyê jî Ubeydullah Bugdayci û Abdurrahman Bugdayci hatin definkirin.