Ji Dihokê 130 malbatên din vegeriyan Şengalê

Ji Dihokê 130 malbatên din ên Şengalî yên koçberbûyî li cih û warên xwe vegeriyan.

Li gorî ajansa Rojnewsê, ji Komelgeha Şarya ya Dihokê 130 malbatên Şengalî yên li derveyî kampan diman li cih û warê xwe vegeriyan.

Hat gotin ku ji bo vegera van malbatan çend rêxistinek alîkarî kirine.

Beriya niha jî Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Fayeq ragihandibû ku heta dawiya meha Hezîranê wê tevayî kampên koçberan ên li sinorê parêzgeha Silêmaniyê werin girtin. Her wiha heta dawiya meha Tîrmehê jî wê tevayî kampên koçberan ên li Herêma Kurdistan û Iraqê bêne girtin.