Li Bolîvyayê hewldana darbeyê

Li Bolîvyayê yekîneyên artêşê navenda siyasî ya La Pazê kontrol kirin û êriş birin ser qesrê. Serokdewlet Luis Arce diyar kir ku li welêt metirsî li ser demokrasiyê heye.

Yekîneyên artêşê yên bi çekên giran hewl dan navenda siyasî ya La Pazê bi dest bixe û polîsên leşkerî hewl dan bikevin hundirê qesrê. Serokdewletê Bolîvyayê Luis Arce bang li welatiyan kir ku ji bo parastina demokrasiya li welêt li dijî hewldana darbeyê dakevin qadan.

Arce ji Mala Gel a Mezin ku avahiya serokatiyê ya fermî ya li La Pazê ye peyamek bi dîmen weşand û got, "Pêwîstiya me pê heye ku gelê Bolîvyayê li dijî vê darbeyê ji bo demokrasiyê seferber bibe û xwe bi rêxistin bike. Bolîvyayî divê careke din destûrê nede hewldanên darbeyê yên li dijî jiyana wan."

Serokkomarê yekemîn ê xwecihî yê Bolîvyayê Evo Morales jî li ser hesabê medya dîjîtal peyamek weşand û got, "Em ê nehêlin ku hêzên çekdar demokrasiyê binpê bikin û çavê gel bitirsînin." Evo Morales bang li piştevanê xwe kir ku li dijî hewldana darbeyê dakevin qadan û rêyan bigirin.