Dîsa ji ber têlên ceyranê yên DEDAŞ’ê şewat derket

Li Mêrdînê çirûskên ku ji têlên ceyranê yên DEDAŞ’ê derketin, rê li ber şewatê vekir.

Di 20’ê Hezîranê de li gundên Xana Axpar a Amedê û Şemrexa Mêrdînê de şewat derketibû û 15 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn. Têlên ceyranê yên ku Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) jê temîra wan nekiriye, di rojevê de ne. DEDAŞ qebûl nake ku şewata bûbû sedema mirina 15 kesan ji ber têlên ceyranê derketiye. Serdozgeriya Komarê ya Xana Axpar di pêşrapora xwe de ragihand ku şewat ji ber têlên ceyranê derketiye. Odeyên pîşeyî jî di pêşraporên xwe de diyar kirin ku heman tespît kir. DEDAŞ’ê jî ev rapor red kir û cotkar hedef nîşan da. 

Di demeke ku DEDAŞ rastiyê înkar dike de li herêmê îcar dîmenên şewateke din hatin weşandin. Di dîmenan de çirûskên ji têlên ceyranê derdikevin û rê li ber şewatê vedikin. Di saetên şevê de li herêma Zinnarê ya Mêrdînê çirûsk ji têlên ceyranê diçin û ev kêlî ji hêla welatiyan ve hatin kişandin. Xetên ceyranê yên li devera Hejmar 41 a Kolana 24’emîn a Taxa 13 Martê ya Artukluyê ji ber bayî ji hev digirin, çirûsk derdikevin û belav dibin û rê li ber şewatê vedikin.