BI DÎMEN

Jinên ji Çinarê: Kî wê hesabê vê felaketê bide?

Jinên ji Çinarê bal kişandin ser helwesta dewlete ya di dema şewatê de û pirsa "Kî wê hesab bide" kirin.

FELAKETA ŞEWATÊ

Şewata li qada navbera gundê Kelekê yê navçeya Şemrex a Mêrdînê û gundên Tobînî û Herberê yên navçeya Çinar a Amedê bû sedema nerazîbûneke mezin a gel. Di şewatê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên Wezareta Daristan û Çandiniyê 924 heywan mirin û 14 hezar û 900 dekar qada çandiniyê şewitî. Xuya bû ku dewlet gel bi tenê dihêle.

Ji gundê Herberê Ferhan Erdem ji ANF'ê re axivî. Ferham Erdem xizmên xwe di şewatê de ji dest da. Ferhan Erdem got, "Ne ji bê bûya dibe ku şewat ewqasî belav nebûya. Lê belê bahoz rabû. Bi mehan e li van gundan elektrîk qut dibe. Elektrîk ewqasî zêde qut dibe ku êdî alavên me yên bi elektrîkê dixebitin hemû xera dibin. Wê rojê jî serê sibehê elektrîk qut bûbû û heta êvarê tine bû. Piştre ji nişka ve elektrîk berdan û li gund şewatê destpê kir. Şewat ji ber çirûska ji dîrekê elektrîkê yê gundê cîran destpê kir. Piştre di nava 10 deqeyan de gihîşt gundê me. Yên ku çûn şewatê vemirînin jiyana xwe ji dest dan. DEDAŞ'ê em perîşan kir, mala me şewitand. Niha kî wê hesabê vê bide? Gelo kes sûcdariyê li xwe digire? Na kes li xwe nagire. Radibin me sûcdar dikin.

HELÎKOPTER NEŞANDIN

Eger em ne Kurd bûna ev wê bi serê me de nehatibûya. Em ji mirinê re hiştin. Ne qîmetê zarokên me ne jî yên heywanên me hene. Qîmetê giha, ka jî nîne. Bi dehan heywanên me mirin, xizmên me jiyana xwe ji dest dan, keda me ya îsal bi temamî tine bû. Gelo ji vê mezintir felaket heye? Hîn çi wê bê serê me? Li pêş çavên me mirov şewitîn. Gundên me şewitîn. Agir ket nava mala me. Dewletê eger helîkopterek şandibûya vê derê ew şewat heta serê sibehê dewam nedikir. Helîkopter hatibûya ewqas mirov nedimirin. Helîkopter neşandin. Arkuj bi derengî hat, dema hat ji xwe dest li şewata li herêma çiyayê nikarîbû werde. Gelo wê kî niha yên çûne bînin?"

JI BER KU EM KURD IN XWEDÎ LI ME DERNEKETIN

Ji gundê Kelekê Emîne Esen jî anî ziman ku piştî şewatê destpê kir ew li arkujiyê geriyan, arkujiya şaredariyê hat lê belê leşkeran nehiştin arkuj derbasî gund bibe. Esen got, "Em bi saetan sekinîn, 10 kesan jiyana xwe ji dest dan lê belê arkuj li jorê hate sekinandin. Me hewl dan vemirînin, me hewl dan birîndarên xwe rizgar bikin. Çar kes dema ku hewl didan birîndaran rizgar bikin jiyana xwe ji dest dan. Ne mirov man ne jî heywan, ne jî çandiniya me. Di şevekê de jiyana me ser û bin bû. Çi bi serê me de hat, çi qewimî nizanim. Qedera Kurdan ev e. Her tim felaket bi serê me de tê. Di şewatê de jî ji ber ku em Kurd in xwedî li me derneketin. Li nexweşxaneyê hîn birîndar hene. Yên ku rewşa wan giran e hene. Zarokên biçûk bê dayik û bê bav man, ciwanên me çûn. Kî wê hesab bide?"