Nasnameyên şehîdên Qamişloyê hatin eşkere kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameyên 4 endamên xwe ku duh di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên 4 endamên hêzê yên ku duh (2’yê Sibata 2024’an) di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li bajarê Qamişloyê ya kantona Cizîrê de şehîd bûne, aşkera kirin.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên her şehîdan wiha ne:

Nav û paşnav: Ebduselam El Ehmed

Navê Dayikê: Foze

Navê Bav: Fewaz

Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Qamişlo 10.04.2017

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo 2-2-2024

****

Nav û Paşnav: Rebah El Ehmed

Navê Dayikê: Munîfe

Navê Bav: Husên

Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Qamişlo 21-07-2019

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo 2-2-2024

***

Nav û Paşnav: Mihemed El Saîd

Navê Dayikê: Ref’a

Navê Bav: Yûsif

Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Qamişlo 3-6-2016

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo 2-2-2024

***

Nav û Paşnav: Yamin Şedad

Navê Dayikê: Cemîle

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Qamişlo 3/3/2019

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo 2/2/2024

Têkildarî her çar şehîdan wiha hate gotin:

"Şehîd Ebduselam ji bo parastina welatê xwe tişta herî bi qîmet da. Di hemû xebata xwe de di nava refên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hezkirin û dilsoziya bi welatê xwe re di dilê xwe de hilgirtibû, ji tiştekî neditirsiya. Bi dilpakî û dilsozî erkên xwe bi cih dianî. Bi hêz û cesareta xwe zehmetî û astengî derbas dikir û dudilî nedibû.

Şehîd Rebah ji bo xizmeta welatê xwe tevlî nava refên hêzên me bû. Endamekî ku bi hemû lez û bez erkên xwe bi cih dianî û bi hemû hêza xwe ve kar û xebat kir. Karê xwe paşguh û taloq nedikir, wêrek bû û ji zehmetî û astengiyan neditirsiya. Rebah di oxira pêkanîna erka xwe ya pîroz a parastina gelê de gihişt asta şehadetê.

Mihemed bi salan di nava refên hêzên me de têkoşiya, yek ji endamên dilsoz ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû ku beşdarî gelek eniyên şer ên li dijî çete û rêxistinên çetetî bû. Şehîd Mihemed bi hemû hêz û cesareta xwe şer kir û li ber xwe da. Jiyana xwe ji bo xizmeta welat û gelê xwe feda kir, hêza xwe ji hezkirin û dilsoziya ji welatê xwe digirt û cihê xwe di rêza herî pêş de digirt. Şehîd Mihemed xwedî ruhekî berpirsyarî û hevaltiyê yê bilind bû, bi dilekî pak têkilî bi hevrêyên xwe re ava kir û di nav wan de dihat hezkirin, di salên xebata xwe de peyama saziyê di dilê xwe de hilgirtibû.

Şehîd Yamin ji bo parastina xak û gelê xwe, ji bo mîsogerkirina ewlehî û aramiyê tevlî refên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû. Di nava refên hêzên me de tim dixwest xebatê pêş bixe. Şehîd Yamin ji kar û ji hevrêyên xwe hez dikir, têkoşîna xwe berdewam kir ta tevlî karwanên şehîdan bû."

Di daxuyaniyê de sersaxî ji gelên herêmê û malbatên şehîdan re hat xwestin û soza domandina xeta şehîdan hate dayîn.