Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Kongreya Star nerazîbûn nîşanî qetlîama li Helîncê da

Endama Koordînasyona Kongreya Star Remziye ya nerazîbûn nîşanî şehîdkirina Endama Koordînasyona Kongreya Star a Firatê Zehra Berkel a di encama êrîşên SÎHA’yên dewleta Tirk a li gundê Hecîn a Kobanê da û got:“Tirkiye rêxistinkirina jinê dike hedef."

Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bê mirov a bi çek (SÎHA) êrîşî gundê Helîncê yê rojhilatê bajarê Kobanê kir. Di êrîşa ku maleke hate hedefkirin de 3 jin şehîd bûn, yek ji endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel e.

Li ser mijarê endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Remziya Mihemed axivî û diyar kir ku hedefkirina endamên Kongreya Star ê herêma Firatê şermezar kir û got: "Tirkiyê rêxistinbûyîna jina têkoşer dike hedef."

Remziya wiha domand: "Beriya niha îstîxbarata Tirkiyê li Parîsê jinên şoreşger Sakîne Cansîz û hevalên wê kirin hedef. Dîsa jî li Bakurê Kurdistanê Sêvê û hevalên wê kirin hedef. Vê carê Zehra û hevalên wê li Kobanê kirin. Hedefkirina deverên ku endamên Kongreya Star lê ne hedefkirina tova xebatên rêxistinbûyîna jinê ne."

Di berdewama axaftina xwe de Mihemed destnîşan kir ku armanca sereke ya dewleta Tirk qirkirina gelê Kurd û tunekirina hebûnê wê ye.

Mihemed bêdengiya hikûmeta Rûsya ya li hemberî komkujiyên ku Tirkiyê li herêmên ku nuqteyên wê lê hene şermezar kir û got: "Çawa dewleta Tirk li herêmekê binpêkirinan dike ku Rûsiya lê heye û agahiyên wê jê nine."

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Remziya Mihemed di dawiya axaftina xwe soza mezinkirina têkoşîna azadiyê û tolhildana hevalên xwe da.