Nasnameya 4 şervanên QSD’ê hate eşkerekirin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 4 şervanên xwe yên ku di ‘Berxwedana Serdemê’ de şehîd bûbûn, eşkere kir.

Navenda Ragihadinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 4 şervanên xwe yên di ‘Berxwedana Serdemê’ de şehîd bûbûn, ragihand. QSD’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û sozda ku di rêya şehîdan de bin.

Daxuyaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) wiha ye;

“Di ‘Berxwedana Serdemê’ de ya li dijî êrîşên dagirkeran  4 şervanên me şehîd bûn. Em soz didin ku em ê berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bidomînin û di rêya şehîdan de bin. Em sersaxiyê ji malbatên têkoşeran re dixwazin.

Nasnameyên cangoriyan wiha ne:

Nasnameyên cangoriyan wiha ne:

Nasnav: Akif Kefer

Nav û paşnav: Ebdullah Ibrahîm

Navê dayîkê: Xensa

Navê bav: Mihemed

Cihê jidayîkbûnê: Qamişlo

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn (gundê Ceqmaqa yê navçeya Raco)-10′ê Sibata 2018′an

***

Nasnav: Erdal Kobanê

Nav û paşnav: Merwan Mislim

Navê dayîkê: Îda

Navê bav: Cefer

Cihê jidayîkbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn (gundê Qurnê yê navçeya Bilbilê)-Çileya 2018′an

***

Nasnav: Rênas Rojava

Nav û paşnav: Murad Ikbaş

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn (navçeya Bilbilê)-10′ê Sibata 2018′an

***

Nasnav: Şevger Dirbêsiyê

Navê û paşnav: Sîpan Osman

Navê dayîkê: Edla

Navê bav: Ednan

Cihê jidayîkbûnê: Dirbêsiyê

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn (navçeya Bilbilê)- 10′ê Sibata 2018′an.″