Nasnameya 23 şehîdên Berxwedana Serdemê hatin eşkerekirin

Nasnameya 23 şervanên ku li Efrînê di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn li Kampa Berxwedanê bi merasîmekê hatin eşkerekirin.

Nasnameya 23 şervanên ku li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê li Efrînê di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn, li Kampa Berxwedanê bi merasîmekê hatin eşkerekirin.

Di merasîmê de piştî rêzgirtinê, nasnameya şervanan hate eşkerekirin. Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şehbayê Ebû Xebat axivî û diyar kir ku şervan ji bo azadiya gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê şehîd bûne.

Ebû Xebat got ku, “Di serê şoreşa Rojava de me li Serêkaniyê, Kobanê, Reqa û li hemû bajarên Bakurê Sûriyeyê ji bo azadiya xwe berdêl dan û me nexwest em wekî hêsîran bijîn.”

Piştî axaftina Ebû Xebat, li ser navê Kongreya Star Fatme Lekta jî diyar kir ku gelên Efrînê dagirkerî û koletî qebûl nekirine û ji bo azadiya Efrînê ew ê berxwedana xwe bidomînin.

Di merasîmê de Hevserokê Meclîsa Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl jî bi sersaxiyê dest bi axaftina xwe kir û got: “Hûn jî dibînin ku duh kesên li dijî me bûbûn yek, îro bi hev ketine. Me da ser rêya bi rûmet û me berxwedan hilbijart. Em ê li ser rêya xwe têbikoşin. Emrê îxanetê ne zêde dirêj e, divê her kes bizanibe ku em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Xelîl got ku, “Efrîn a niha hatiye dagirkirin, lê şervanên azadiyê her roj li dagirkeran dixe. Hebûna me ya li vê derê ya xurt me roj bi roj nêzî azadiya Efrînê dike.”

Navê şervanan wisa ne yên ku di dîrokên cihê de li Efrînê şehîd bûne:

* Akkaş Efrîn

* Cîger Îbrahîm Henan

* Yûsif Mihemed Reşîd (Brûsk Şiyê)

* Bekir Cemal Osman (Serdar Zagros)

* Mûnzûr Mihemed Şahîn Bekir

* Seîd Hemîd Hesen

* Şêrwan Adil Koro (Şiyar Şamî)

* Ehmed Yahya Cinêt

* Ehmed Behcet Omer (Çekdar Amanos)

* Hawar Fewzî Oso (Şîlan Dêrsim)

* Ferzende Neşed Xelîl

* Mistefa Mihemed Menan

* Dunya Mihemed Ebdo (Kurdistan Rengîn)

* Esad Yûsif Horo (Amed Bêrîtan)

* Osman Nacî Osman

* Kenco Cemal Şebabo

* Ebdurehman Dawûd (Baran Efrîn)

* Ehmed Celal Ebdo (Çekdar Şêrawî)

* Mihemed Ebdo Bin Mihemed

* Mihemed Şewqî Mihemed

* Mêrxas Mihyedîn

* Ferîd Xelîl Misto

* Mihemed Sîdo.