MSD kongreya xwe ya sêyemîn pêk tîne
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) wê îro kongreya xwe ya sêyemîn pêk bîne.
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) wê îro kongreya xwe ya sêyemîn pêk bîne.
Tevî 270 delegeyan, wê mêvanên ji bajarên din ên Sûriyeyê, heyetek ji Ewropayê û nûnerên Rêveberiya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê jî tevlî kongreyê bibin.
Komîteya Amadekar a Kongreyê diyar kir ku ew li bendê bûn heyetek ji Bakurê Kurdistanê jî tevlî bibe, lê belê dewleta Tirk nehiştiye.
Di kongreyê de wê rêveberiya nû ya MSD'ê were hilbijartin.