MSD'ê li dijî komkujiya li Dûmayê bang kir

"Em wekî MSD'ê komkujiya ku dijî gelê me yê Dûma pêk hat bi tundî şermezar dikin û em ji aliyên têkildar ên navdewletî û rêxistinên mafê mirovan daxwaz dikin ku bi awayekî cidî li dijî kujeran tevbigerin da ku dawî li kuştina sivîlên Sûriyeyê were."

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), li ser komkujiya li Dûmayê ku bi çekên kîmyewî hate kirin daxuyaniyek da.

MSD'ê bi bîr xist, ku dema hêzên herêmî û navdewletî tifaqê di navbera xwe de çêdikin, gelên Sûriyeyê tê kuştin û kiryarên li dijî mirovahiyê li ser wan tên ferzkirin.

MSD'ê destnîşan kir ku êşên gelên Xûta û Efrînê bi hemwextî rû dan û got, "Kiryarên dewleat Tirk a dagirker ên li dijî gelê me yê sivîl dewam dikin. Artêşa Tirk û çeteyên wê sivîl binpê kirin û ji ber vê yekê bi hezaran welatiyên sivîl bi zorê koçber bûn."

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser hovîtiya li Dûmayê hate kirin û hate gotin, "Ji dîmen û wêneyan diyar dibe bê çawa xaza di qadên navdewletî de hatiye qedexekirin hatiye bikar anîn. Di encamê de bi dehan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Komkujiya Dûma jî li dehan komkujiyên ku li Sûriyeyê bi giştî ji Efrîn û heta Xûta pêk tên zêde bû.

Em wekî MSD'ê komkujiya ku dijî gelê me yê Dûma pêk hat bi tundî şermezar dikin û em ji aliyên têkildar ên navdewletî û rêxistinên mafê mirovan daxwaz dikin ku bi awayekî cidî li dijî kujeran tevbigerin da ku dawî li kuştina sivîlên Sûriyeyê were.

Her wiha em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û şifaya lezgîn ji birîndaran re hêvî dikin."