MSD’ê bi rûspiyên Ereban re civiya

Nûnerên MSD’ê bi armanca nirxandina hevdîtina bi hêzên rejîma Sûriyeyê re bi rûspî û şêxên Ereban re civiyan.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Kobanê bi armanca nirxandina hevdîtina bi hêzên rejîma Sûriyeyê re bi rûspî û şêxên Ereban re civiyan. Di civîna nêzî Pira Qerqozak a nêzî Çemê Firatê hate kirin de rûsîpiyên herêma Firatê, Endamê Konseya Hevserokatiya MSD’ê Hesen Mihemed Elî û Hevserokê Meclîsa Sivîl a Reqayê Abdûllah El-Mihbaş tevlîbûn.

Endamê Desteya Siyasî yê MSD'ê Hesen Mihemed hemû mijarên ku di hevdîtinên bi rêjîmê re hate nîqaşkirin ji beşdaran vegot û diyar kir ku ew hevdîtin negihiştin asta lihevkirinê.

Hesen destnîşan kir ku MSD'ê hewl didin bi rêjîmê re destpêkê, ji bo derxistina dewletên dagirker ji xaka Sûriyeyê li hev bikin û piştre aloziyê bi rêya dansûtandinên netewî beyî mudexeleyên derve çareser bikin.

Hevserokê Meclîsa Sivîl a Reqayê Abdullah El-Mihbaş jî got:" Yekgirtina pêkahetyên herêmê tiştek ne nû ye. Eger em vegerin dîrokê em ê bibînin ku hemû pêkhate beyî ku ti pirsgirêk derkeve bi hev re jiyane. Siyasetên dewletên cîran li ser belavkirina fîtineyan di nav bera gelên herêmê de xwe birêxistin dike."