MSD: Divê li gorî banga NY were tevgerîn

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk diyar kir ku li gorî banga Neteweyên Yekbûyî nayê tevgerîn. MSD’ê xwest ku kesên girtî werin berdan û aqûbeta kesên hatine revandin jî were eşkerekirin.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk diyar kir ku li gorî banga Neteweyên Yekbûyî ya agirbestê nayê tevgerîn.

Di daxuyaniya MSD’ê de ev tişt hate diyarkirin

"Li gorî biryara navneteweyî (2254) ya taybet bi Sûriyê, divê girtiyên di girtîgehan de bên berdan. Tevî înîsîyatîf û bangewaziyên herêmî û navdewletî ku herî dawî bangewaziya sekrtêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî NY`yî Antonio Guterres û şandeya taybet ji bo Sûriyê Geir Pederson bû. Her wiha bi agahiyên der barê mercên girtinê yên xirab û yên rûmeta mirovan binpê dikin."

Em Meclîsa Sûriya Demokratîk em dibînin ku berdana hemû girtiyan û kesên revandî û kesên wenda dê garantiya çareseriyên siyasî yên mayînde bike her wiha dê kina civakî kêm bike, parastina ewlehiya navxweyî bike û dê baweriya xelkê Sûriyê vegerîne.

Ji bo pêkanîna rêgezên qanûna navdewletî ya mafên mirovan, her wiha ji bo kêmkirina azarên gelê Sûriyê û pêkanîna xeyalên wan ên azadî, demokrasî û edaletê di dewleteke demokratîk û ne navendî de, ji hemû aliyên Sûriyê tê xwestin ku hemû girtî û kesên revandî berdin û çarenûsa kesên wenda eşkere bikin. Her wiha tê xwestin ku cihên girtinê bên eşkerekirin.

Em dengê xwe tev li dengê malbatên girtî, revandî û wendayan re bilind dikin. Em bang li rêxistin û desteyên herêmî û navdewletî dikin ku bi lez bikevin tevgerê û li kêleka malbatên girtiyan bisekinin, daxwazên wan bicih bînin û ji bo vê yekê zextê li hemû aliyên şer bikin."

Meclisa Sûriya Demokratîk hewl dide ku doza girtî, kesên revandî û wenda bike dozeke mirovî ku li ser dan û standin neyê kirin û bi pêşketina doza çareseriya siyasî re neyê girêdan.

MSD`ê her wiha tekez kir ku ew amade ye tîmeke taybet ji bo eşkerekirina çarenûsa kesên wenda û revandî, ava bikin û wiha pê de çû: "Em amade ne ku hevkariyê bi aliyên Sûriyê yên sivîl û hiqûqî re bikin da ku tîmekê ji malbatên girtiyan û pisporên qanûnê û akîtîvîstên civaka sivîl ava bikin. Dê çawaniya karê tîmê û navên kesên tê de bi civîneke çapemeniyê bê eşkerekirin, da ku ev doz hewextî pêşketinên leşkerî û siyasî yên dawîn, her tim di ber cavan re bê girtin û girîngiya exlaqî , siyasî û mirovî jê re bê dayîn û careke din raxin pêş çavan."

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo eşkerekirina dozên girtiyan, wan rêzetedbîr girtine û dê di demeke nêz de eşkere bikin.